?ivanê xwe hilbijêrin..

?ivan Perwer, roj nabihûre ku lotikekê navêje. Ew bi daxuyanî û çalakiyên xwe di pîleya herî jorîn a rojevê de cihê xwe diparêze. Tew jixwe camêr qet rê nade ku navê wî ji ser zimanan derkeve. Geh bi muzîk û stranên xwe geh  jî bi daxuyaniyên xwe ew tim dibe mijara gotûbêjan. Ji ber rojeva nîqa?ên li ser hatina ?ivan Perwer a Tirkiye û Kurdistana Bakur me xwest em wî bend bi bend bi we bidin naskirin.

Lotikvanên hêja, bendên li jêr hatine rêzkirin ji ?îroveyên were vekirîne, netirsin ti?tekî bi we nake û madê xwe jî tir?o mir?o nake.  Jixwe ew jî niha bi stranên dilikan re mijûl e!

De kerem bikin ?ivanê xwe hilbijêrin:

1- Hozanê Kurd e, lê hewl dide bibe yê hemû cîhanê!

2- Serokê Weqfekê ye, lê dide hev û nade tu kesî!

3- Pê?merge ye, lê niha ji çekan aciz bûye!

4- Hevalê ba?qan e, lê naxwaze li her deverî bilêv bike!

5- Enternasyonalîstek e û hemwelatiyê cîhanê ye, lê naxwaze Kurd bi vê bihesin!

6– Ji bo serokatiyê hewl dide, lê rêya xwe tê de nabîne!

7- Ji Kurdan têr bûye niha li dora deshilatdariya Tirkiye diçe û tê!

8- Felsefeya wî ti?tê çû nede dû ye!

9- Kurdistanek serbixwe ji bo wî bûye utopya, lewma niha naxwaze.

10- Ku vegere Kurdistanê bi tirsa ku wê nikaribe li ser hunera xwe jiyana xwe bidomîne bê biryar maye!

11- Xwe ne ji serokan dike ne jî wan diecibîne!

12- Rûyê xwe kiriye weke yê Ewropiyan, lewma eyb dike bikeve nav civatên berê!

13- Bêriya welatê xwe kiriye, lê ku were tirsa wî heye ku zû jê aciz bibe!

14- Êdî weke berê ji dengê xwe ne bawer e, naxwaze li hember hunermendên din di ?ermê de bimîne!

15- ?ivan êdî ne ew ?ivanê berê ye û bûye kesekî humanîst û rêya diyalogê ji doxînê heta delingê vekiriye!

About The Author

3 thoughts on “?ivanê xwe hilbijêrin..

  1. Law ez bi qedrê Zerde?t kim, ev Lotikxane ji bijijkan bijîjktir e. ma çi zane analîzan bike, mirov dibêje qey di dilê mirovan de ye, hey aferî ji we re loooooo! Ez di…! ji Lotikxanê pê?tir kes Kurdistan naxwaze!

    Bijî Kurdistan ligel Lotikxanê!

  2. bi §eref sofi xelef liotxane ci beje ew raste gotine we ji pele qurane ne. Lotikvanên hêja hema guhe xwe bidin xwarzyane min karekire lotikxane ü dest ü linge xwe texin ava cemidi hema ci danin ü ci gutin ü lutik avetin ke hünji ji wanre imze bikin.hema haye xwe ji cava binin ü hün sax.

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.