Pi?tî êrî?a ser siyasetmedarê Kurd Ahmed Kurd, awira gelemperîya Kurd û Tirk bû wek garana gund û ji her serîkî dengek derdikeve. Kurd û Tirkên ku hinek wîjdan bi wan re hebe, êrî?ê diricimînin û serê êrî?kar Îsmaîl Çelîk dixin qûna bavê wî. Lê helbet hinek Tirkên xwînheram jî hene ku xwedî li êrî?ê derdikevin û dîsa serê xwe dixin qûna bavê xwe.

Axir, di vê derbarê de xanima Ahmet Turk jinxala me Mulkîya Turk, ê? û jana dilê xwe anî zimên û bi ?ikandina pozê zilamê xwe pir ê?iya, pir li ber zilamê xwe Ahmed Kurd ket.

Jinxala me Milkîya ji çapemenîyê re gazindên xwe tîne zimên û dibê:”Ehmedê me mirovekî nermok, a?tîxwaz, rêzdar, kubar û qencîya herkesî dixwaze. Ma êrî?î yekî rûspî tê kirin? Ez nikarim vê lotika kerîkî qebûl bikim, divê ev lotika neinsanî nehata avêtin” û gazindên xwe dike.

Jinxala me Milkiya bi dewamî dibêje:”Ez bi serê Ehmedê me kim, Ehmed jiyana xwe di ber bratîyê de qurban kiriye, gava min ew êrî?a segbavkî bihîst mûyên porê serê min bûn wek derzî û ?ûjinan, min nexwest bawer bikim. Lê ez niha pir aciz im, pir diqehirim. Ev kulm (boks) ne li mêrê min, lê li bratîya Kurd û Tirkan, li a?tî û demokrasîyê ketiye. Ev êrî? li dijî gelê Kurd hatiye kirin. Ez vê êrî?ê rûre? dikim û qûna êrî?karan bi ?î?ek sor dax didim” filan û bêvan.

Werhasilî kelam, her çiqasî jinxala me Milkiya dixwaze ti?tên xwe? bêje jî, lê xuyaye ku dilê wê pir ?ewitîye û pir li ber xalê me Ehmed Kurd dikeve.  Her çiqasî behsa çîroka “bratîya Kurd û Tirkan dike jî” lê bawerim ew bi xwe jî ji vê çîroka virt û  vala bawer nake û xwe? zane ku “gur û mîh” nikarin bibin xwi?k û brayên hev.

Bi vê minasebetê ez tendirustîyê ji xalê xwe Ehmed Kurd re dixwazim û dibêjim: “Ji çîrokên bratîya Kurd û Tirkan re êdî bes e!”

Enqere