Sofî Xelef dîsa lotikek bêîman xwar

Serê rebenê Sofî Xelef ji te?qelan xelas nabe. Endamê Polîtburoya Partîya Lotikxanê Sofî Xelef, hefta buhurî raserî sosretek kesanedî hat û niha di bohrana fikr û ramanî de gêjomê?o bûye, psîkolojîya wî bûye ?orbe.

Li gora ku Sofîyê me di civîna polîtburoyê de anîye zimên,  bûyer bi vî awayî qewimîye .

Sofî Xelefê ku oldar e û di nimêj û niyazên xwe de qisûrê nake, ji ber xwarina “Doner kebab” a Tirkan bi jehrî dikeve û bi ambûlansê wî radikin nexwe?xanê.  Tu nabê ?ifêrê ambûlansê wê rojê 5 ?û?e wîskî, 2 ?û?e vodka Gorbaçov û 25 bîra vexwariye û zîl zirne serxwe? e.

?ifêrê serxwe? dike “tîte tît” û qa?o berê ambûlansê dide nexwe?xanê.  Lê tu nabê ?ifêr rêya nexwe?xanê û kerxanê tevlihev dike, li ?ûna ku Sofî Xelef bibe nexwe?xanê, yekser berê wî dide kerxana Karakoy a bajarê Stenbolê û wî di nava wan horîyên kerxanê de ?ilfî tazî, ?ût û rût dihêle û vedigere.

Werhasil, Sofî Xelefê me çavên xwe vedike çi bibîne, hayhooooo û li vê qiyametê! Li ?ûna doktor û hem?îran, qehpik û doxînsistên ?ût û rût li ser serê wî kom bûne û çawa la?ê wî difirkînin. Her çiqas Sofîkê me dike qîrîn û hawar jî, lê êdî hasil di Mûsilê re derketiye û namûs bûye bexdûnis. Sofî Xelef hema kirasê jinikekê li xwe dike û revî revî ji kerxana Karakoyê direve, tê xwe di axur û kadîna Lotikxanê de vedi?êre. Ji wî weye ku xewn û kabûsan dibîne û serê xwe li hêt û dîwaran dixe.

Ez serê we neê?înim, niha Sofî Xelef ketiye bohrana psîkolojîyek pir xerab û ji alî psîkologên Lotikxanê ve tê dermankirin.

Sofî Xelef, bi rêya doktorên xwe peyamek ji xwendevanên xwe re ?and û dibêje:”Law hay ji ?ifêrên serxwe? hebin oxlim. ?ifêrê ambûlansê ez kirim kerxanecî, bela ?ifêrên we jî we nekin oxlancî û eroîncî haaaaaa” û bala xwendevanên Lotikxanê dik?îne ser ?ifêrên ambûlansê.

Sofî Xelef silavên har û germ li we dike û çavên we radimîse…

About The Author