P. Kemal
Tezkere temam, ma dagîrkirin
Devliken Kelogirî
De here
B. Ronahî
Kerê bi xwe re neanî
L. Şêxo
Hûn ji Kurdan çi dixwazin?
A. Dûran
DEMA HESABDANÊ
B. Qendilê
Xuyaye mêr di gundê me de nemane!
R. Kal
KEÇELTÎ AN QÛNEKTÎ !
S. Îloz
One Minute Wan!
N. Çelîk
Girîngîya zimanê Kurdî û helwesta Karayilan
ARŞÎV | TÊKILÎ

Dev ji me, xwe û ?ivan Perwer berdin!


Pîrkemal

Nîqa?ên di derbarê hozanê me ?ivan Perwer de didomin û herkes ji alîyê xwe de li gel yan li dij, daxuyanîyan derdixin.  Di vê derbarê de hem li gel û hem jî li dij ?ivan Perwer bi sedan emaîl û bi dehan nivîs ji me re hatin ?andin. Lê sînorê me kif? e û me nivîsên li dijî ?ivan newe?andin, nawe?înin. Lotikxane dijberîya merivê Kurd nake û heta ji me bê emê nekin jî. Lê em sînorê rexneyên xwe jî zanin û wan rexneyan di wateya dijminatîyê de tucar bi kar naynin.

Mesele ji konsera Berlînê û “zikmezinbûna pê?mergeyan” dest pê kir. Pê?î malpera Amûdê.com bûyer belav kir, pi?tre jî malpera Avestakurd û generalê wê Dilbixwîn Dara  got ku ?ivan Perwer ew di galaya flîmê “Min Dît” de bi kujtinê tehdît kiriye û belge jî di destên wî de hene. Bi vî awayî mesele mezin bû û bû mijara sereke.

Li gora min henekpêkirina “zikmezinbûna pê?mergeyan” ne henekek di ciyê xwe de bû. Tew li ber balyoz û wekîlên Tirkiyê henekpêkirina pê?mergeyan ne ti?tekî rast bû ji ber ?ivanê me ba? zane ku “henek dibin genek” û di bin her henekekê de “rastîyek” jî heye.  Erê meriv di nav xwe de, di civatek Kurd de henekên bê sansûr jî dike, ev ne qebhet e. Lê gava tu li pê?berî balyozên Tirk û Almanan zik li pê?mergeyan bikî me?k, helbet cuda ye, dibe ti?tekî din û wê Kurd jî pê bê?in. ?ivanê me berî demekê dîsa gotibû “Kurd di dîplomasîyê de sifir in, divê Kurd sosyal bin” û nesosyalbûna Kurdan anîbû zimên. Madem ?ivanê me zane ku Kurd ne sosyal in, çima li hember Tirkan û raya gi?tî henekan bi pê?mergeyên vî milletê asosyal dike ez jî nizanim. ?ivanê me ba? bîra van ti?tan dibe, ne xe?îm e û civaka Kurd jî ba? dinase.

Werhasil…

?ivan Perwer ?ivanê me ye. Qenc be jî yê me ye, xerab be jî yê me ye. Divê em bi gi?tî bi aqlê selîm nêzîkî hev bibin û kêfa dijminan li xwe neynin. Helbet gotinên wek “ji dijmin pîstir, xwefiro?” û wekî din ne layiqî kesekî mîna ?ivan e. ?ivan Kurdekî naskirî ye û divê bizanibe ku rexnekirina wî nayê wateya dijminatîyê. Yan divê tenê hunermendîya xwe bike û siyasetê neke, yan jî helbet wê xelk wî rexne bikin û li ser binivîsin jî.  Rexnekirin ne dijminatî ye, ne xwefiro?î ye.  Hinek rêxistinên me jî bi salan e bi heman fikarê lotikan davêjin. Hêvîdarim ?ivanê me xwe ji vê psîkolojîya “yên min rexne dikin dijmin û xwefir?o in, yên li çepikan dixin ba? in” dûr bixe û gotinên xwe bi pîvan bêje.  Bi pîvan bêje ji ber ?ivan hozanê vê civaka Kurdên asosyal e û van Kurdên asosyal ew kiriye ?ivan Perwer.

Helbet ev gotinên me gotinên dostanî ne. Ji herkesî zêdetir em naxwazin ku hunermendekî me bê?e, bê ê?andin û Kurd bibin benî?tê devê xêrnexwazên milletê Kurd.  Hem ?ivanê me û hem jî kesên ku wî rexne dikin, divê sînorên rexne û gotinên xwe zanibin, hem xwe û hem jî Kurdan di awira gelemperîya cîhanê de nehetikînin. Ev ne layiqî me û doza me ye.

Birastî min qet nedixwest ez di vê derbarê de binivîsim. Ji ber ku ez ji dijminatî û berberîya nava Kurdan hez nakim, min xwest ez bêdeng bim û vê carê hefsarê trêna Lotikxanê têxim destê sekreterê xwe Sofî Xelef. Lê pi?tî min dît ku Sofî Xelef dest bi vexwarina eraqê dike û hefsar ji destê xwe berdide, ez mecbûr mam ku rê li ber van lotikên bêîman bigrim û ji nîqa?ên li ser ?ivan Perwer re bêjim.Êdî bes e!

Bav û kalên me çi dibêjin hûn zanin gelî xwendevanan?

Dibêjin:”Çê kiro bi xwe kiro, xerab kiro bi xwe kiro”

Ez bi navê “Demokratîk Lotikxane Partîsî” hêvîdarim ku wê Kurd ti?tên ba? bikin û wek dîk û mirî?kan ranebin hev.

Di dawîya vê lotika xwe de ez bang li malpera Avestakurd û Dilbixwîn Dara jî dikim û dibêjim:

“Law cîgerim, ?ivan Perwer û Kurdên me herî zêde bi daxuyanîya te ê?iyane. Madem tu dibêjî “?ivan Perwer ez bi kujtinê tehdît kirime”, yan wan belge û delîlên di destê xwe de biwe?îne û bela rastî derkeve meydanê, yan jî daxuyanîya xwe tekzîp bike û lêborîna xwe ji ?ivan Perwer û Kurdan bixwaze qarda?im, wî!”

 Pîrkemal

Ba?çawî?ê Lotikxanê

Ezmanê hefta, qata 2010, ode no 31.

Ev nivîs 1095 carî hatiye xwendin


6 şirove hene - “Dev ji me, xwe û ?ivan Perwer berdin!”

  1. Wel te lotika xwe di dawiya dawî de li Dilbixwînê bêxwediyo xist, ma ev zeval e, ma qet sûcê dizan tune ye… Wele bira min nedizanî mezheba Lotixaneya ew qas fireh e, camêr ji we hemiyan re dibêje, “Kurd dîplomsiyê de sifirin, Kurd asosyal in, Pêshmerge zikmeznin” hûn hîna jî dibên Shivanê me Shivanê me… Ma ew qa s mezhebfireyî dibe, camêr chûye bi Tirkan re algulum wergulum dike, hûn jî xwe dixapînin. Yanê mesele we jî bû fîlmên Tirka… Jinik chûye deh mêr kiriye, hîna feqiro ashiqê li pey e… Wela erqadesh, tu bi vî halî, Shivan nikarî ikî walî, ew zû de “hedametiya” Tirkan qebûl kiriye… Xwedê chavê wî têrke, yê we jî veke yabo û hew…

  2. Yaw cîgerim bashchawîsh, yaw bi serê demoxratîx cimriyeta bashqanê bashqanan be, ne Bes e haaa. Aha babam va ye char jinikên min yên agirpêketî jî rabune tapanan u dibêjin, de bila îcar milletê kurd pelulê di serê Shivan’ê me da dake, da ku bila Shivan’ê me heddê xwe bizanibe filan u fistan lo. Haaa dibêjin bila guhê Dilbixwîn’ê general jî ji bîr nekin u bi telaq bila heta ber devê wî dirêj bikin qerdashim. Ji min gotin, hun dikin yan nakin, ji vî va erqadeshler.

  3. Yabo madem delil u ispata te heyi ,suarè teyyarè bit u bici polisa Hevlerè.sond u qesem li ser tir§ika siweregè,u li ser kehve u mirè Mirèken Qeregeciyan,vezirè dadè kurdistan ji quna mirof tirèn xi§k u geni deri tinè .camer saddamè xeramzade bir bin sè dar.seyr u tama§a, yabo filanci u bevanci bo ci bi hevdi nakin?xemi hevalè hevdi bun.biji Palo bimri Enkerè.

  4. Yaw we hevpeyvîna mîrza Shivan xwand cîgerlerim? Êêê mîrza Shivan gotiye “ez naxwazim vegerim bakurê Kurdistan’ê, ji ber ku ez naxwazim bi destê kurdekî bêm kushtin” filan u fistix. Law ji mîrza Shivan ra helal be, di gel ewqas bê xîretiyên xwe, li dewsa ku bibêje “qerdashim min biborînin”, vê carê jî milletê kurd wekî qetîl nîshan dide. De we dît, ji xwînmij u xwînxwarên tirkên teres u dolheram natirse, rabuye ji kurdên belengaz u bê xwedî yên ku di nav derbederiyeke bê emsal da dijîn ditirse kurooo. Ez nizanim ku chi bêjim li hemberî van hevok u fikrên berdayî u rezîl. Chawa dibe ku hunermendekî kurd yê netewî ewqas sivik tevbigere, chawa dikare di hembêza tirkên dolheram da kêrên weha bavêje dilê milletê kurd, ya staaaaaar, bê lome nebe looo.
    Ez bawer dikim, wekî ku di psîkolojiyê da jî hatiye îspat kirin, jin li dor chil salên xwe u mêr jî li dor pêncî salên xwe bi zêdeyî dikevin nav buhranê ellawekîl. Law bi telaq aniha mîrza Shivan jî di nav vê buhranê da ye u divê bi lez u bez here tedaviyê dînime îmanime.

  5. Sivan bera sinorê xwe zenibê.Ew kurdê “asosyal” Sivan xistin Sivan,key pasmabuna kurda sucê kurdeya ?.
    Pêsmerga xwîna xwa dena,neha jî wê bixun, ma ne ew pêsmergena li Dihokê ji bo Sivan ?????????.
    Sivan wek her Rihayîyen bi xêra Îsota dengê wî xwesa u hew. Strana jêra hezirka u bera bêjê, wekîdî tu hunerî wî tuna alehwekil.
    Bijî Pesmerga
    Bijî Gundî
    bijî Feqir u Jar

  6. Yaw we hevpeyvîna mîrza Shivan xwand cîgerlerim? Êêê mîrza Shivan gotiye “ez naxwazim vegerim bakurê Kurdistan’ê, ji ber ku ez naxwazim bi destê kurdekî bêm kushtin” filan u fistix. Law ji mîrza Shivan ra helal be, di gel ewqas bê xîretiyên xwe, li dewsa ku bibêje “qerdashim min biborînin”, vê carê jî milletê kurd wekî qetîl nîshan dide. De we dît, ji xwînmij u xwînxwarên tirkên teres u dolheram natirse, rabuye ji kurdên belengaz u bê xwedî yên ku di nav derbederiyeke bê emsal da dijîn ditirse kurooo. Ez nizanim ku chi bêjim li hemberî van hevok u fikrên berdayî u rezîl. Chawa dibe ku hunermendekî kurd yê netewî ewqas sivik tevbigere, chawa dikare di hembêza tirkên dolheram da kêrên weha bavêje dilê milletê kurd, ya staaaaaar, bê lome nebe looo.Ez bawer dikim, wekî ku di psîkolojiyê da jî hatiye îspat kirin, jin li dor chil salên xwe u mêr jî li dor pêncî salên xwe bi zêdeyî dikevin nav buhranê ellawekîl. Law bi telaq aniha mîrza Shivan jî di nav vê buhranê da ye u divê bi lez u bez here tedaviyê dînime îmanime.
    +1

Şirove bike