Aha siyasetmedarî ev e ha!

De binerin bê siyasetmedarên xelkê çawa xwedî li xelkê xwe û daxwazên wan derdikevin. Ma wek ên me tenê li berjewendîya partîya xwe difikirin? Na looooo…!

Binerin bê endamên Partîya „Fripolitisk Bevegelse“ ya Norvêçî çawa lotikên germik û nermik davêjin û xwedî li mafê qehpikên Norvêçê derdikevin.

Siyasetmedarên xelkê ji bo mafê qehpik û la?firo?ên xwe qiyametê radikin, yên me jî ji xeynî xwe û partîya xwe hesabê 20 milyon Kurd û mafê wan nakin, wan bi nizanim çiyî xwe nahesibînin.

Li Norvêçê qanûna „qedexekirina fihû?ê“ derket. Pi?tî derketina vê qanûnê, 90 endamên partîya Fripolitisk Bevegelse, biryar dan ku vê qanûnê protesto bikin. Endamên Partîya Fripolitisk Bevegelse, fihû?ê wek mafek xwezayî dibînin, naxwazin fihû? bê qedexekirin û qehpik betal û tiral bimînin.

Îcar hûn zanin bê wê protestoya vê qanûnê û pi?tgirîya qehpikên xwe li ku bikin?

Li kerxanê!

90 endamên Partîya Fripolitisk Bevegelse, biryar dane ku pênc (5) kerxaneyan ava bikin û di van kerxaneyan de xizmeta millet û welêt bikin. Endamên Partîya  Fripolitisk Bevegelse ( Tevgera Polîtîka Azad) bawerin ku seks û lotikên zayendî wek diyarîyek pir mezin ji bo insanan hatiye bex?kirin û mafê kesekî tune ku wê qedexe bike.

Ez serê ne neê?înim, Partîya Fripolitisk Bevegelse partîyek pir azadîxwaz e. Tew ji seks û lotikên xistin û derxistinê re yek û yek e. Ji ber welatparêzî û lotikên xwe? ên  vê partîyê, ez we xwendevanan dawetî nav refê vê partîya kerxanecî dikim cîgerim.

Wê 90 endamên partîyê di pênc kerxaneyên xwe de xizmetek bela? û bêsînor pê?kê?î we bikin.

De werin, de werin û van lotikên bela? ji destê xwe bernedin deeeeee…..

Oslo

About The Author