P. Kemal
Kurd yek millet e, Kurdistan çar parçe ye
Devliken Kelogirî
Tutinkêş
B. Ronahî
EZÊ MIZGEFTÊ BIKIM DÊR
L. Şêxo
Hûn ji Kurdan çi dixwazin?
A. Dûran
PEVAJOYEK NÛ
B. Qendilê
Ji tirsa Hisko, ji ser hespê hat xwarê!
R. Kal
BILA BIRÎNA ME SAX BE HELA !
S. Îloz
One Minute Wan!
N. Çelîk
Serok Barzanî û rola wî
ARŞÎV | TÊKILÎ

Namûs û xîreta hevling


Firildeq Elî

Tirkiye bûye welatê zinêkar û tecawizkaran. Bawer bikin roj namîne ku yek baznede ser jina yê din, roj namîne ku destdirêjîya zarokan neyê kirin û roj namîne ku çendek ji bo namûsê neyên kujtin. Lê lotika herî mezin kesê bi navê Taner K avêt.

De binerin.

Li navçeya „Altindag“ ê, Taner K (32) hevlingê xwe (bacanaq – mêrê di?a wî)  Saadettîn U (30) li cem xwe dixebitîne. Lê tu nabê hevlingê wî Saadettîn çavê xwe berdaye di?a xwe H.K û çend caran doza lotikan lê kiriye. Lê haya Taner ji meselê tune ku hevlingê wî dixwaze jina wî binermijîne.

Axir, pi?tî demakê Taner meselê dibihîze. Dibihîze ku hevlingê wî çav berdaye jina wî û dixwaze namûsa wê pike bexdûnis. Taner efendî wek ciwangeyê nav garanê serxwe? û dîn û har dibe, çav di serî de dibin wek zotika mirî?kê.

Taner rojekê çend merivên xwe dide dû xwe, diçe ciyê kar û hevlingê xwe Saadettîn dide ber lotik û zîtirkên bergîlkî, wî ji hevde dixin. Lê kela dilê Taner hênik nabe, radibe ?û?a Coca Cola dixe qûna hevlingê xwe û qûna wî diçirvirîne.

Werhasilî kelam, Taner K bi xîret derket û ?û?a Coca Cola xist qûna hevlingê xwe, namûs lê kir pênc pere.

Îcar qîmetê Coca Colayê zanibin gelî xwendevanan. Hema we dît ku hinek li dora we dirin û tên, ?û?a Coca Cola di wan de bibin û mesele safî dibe ellawekîl. Meselen çi kesê ku dijminatîya Kurd û Kurdistanê bike ?û?a Coca Cola têketayê çi xwe? dibû law, peeekkkkk çi filîm jê çêdibû!

Bijî Coca Cola û xelas!

Stenbol

Ev nivîs 288 carî hatiye xwendin


Şirove bike