Ma derew bi heq in, biçirînîneeee!

Derew bûne parçeyek ji jiyana mirovan. Hinek kes hene gava derewan nekin, wek ku gêrik ketibin bedena wan, duxrin û hedana wan neyê. Illeh divê derewekê bikin heta kurmê wan bi?kê.

Hinek kes jî hene ji bo nav û dengê xwe derewan dikin. Gava dibînin kes behsa wan nake, yan kes hesabê wan bi xirrê xwe nake, radibin derewekê dikin û navekî qerase bi dû xwe dixin. Meselen Serokê Komara Kalmîkya Otonom Kîrsan Ilyumzhînov.

Kîrsan Ilyumzhînov, bayek ji ber xwe berda û derewek ewqas mezin kir ku nakeve serê dîk û mirî?kan jî. Mêro çi dibêje?

Dibêje:

„Kesên ezmanî ez revandim (kesên ji dinyayek din). Me di trimbêla wan a ezmanî de hevdu dît û çay û qehwe bi hevre vexwar“ lotikek bergîlkî avêt.

Ya starrrrrrr li vê derewê!

Law kundir, ev salek e em wek xebatkarên Lotikxanê emaîl, peyam û brûskan ji ezmanîyan re di?înin û wan dawetî vexwarina çay û qehwê dikin, çima bi me re hevdîtinan nakin lê wê bi kundirekî wek te re bikin ha?  Hetta me çend caran ji wan re telefon jî vekir ha, lê nayên baba, wî!

Axir, derew ne bi heq in. Bawerim derew bi peran bûya kesî derew nedikirin. Tew heçê derewek bikira pê re „tirrek alamanî“ jî bikira, qet derew nedihatin kirin ellawekîl

Moskova

About The Author