Kongra PEN a Kurd

Kursîyê serokatîyê vala ye, wernêêêêêê!

Gelî birader, rew?enbîr, nivîskar û hunermendên Kurd!

 PEN a Kurd di navbera 21 û 23 ê Gulanê de li nêzîkî bajarê Bonnê kongra xwe  li dar dixe û deriyê kongrê hetanê pi?tê ji bo hemi rew?enbîr, hunermend û nivîskaran re vekiriye.

Yê ku di dilê wî/wê hebe ku tev lê bibe, navnî?an di malpera Pena Kurd de heye. http://www.pen-kurd.org/

Ji hêlekê ve Dr. Zerde?t Haco serokê PEN a Kurd, ji hêlek din ve Mamoste Mistefa Re?îd endamê navenda PEN a Kurd, ji hêlek din ve jî Bêrîvan Doskî  daw û delingên xwe hildane û derî bi derî li deriyên nivîskar û rew?enbîrên Kurd dixin ji bo wan vexwendî kongra PEN a Kurd bikin û kongreke bi hi?met li dar bixin. Ger meriv bextê xwe xera neke, ev pênc meh in bêrawestan ev camêr vî karî dikin.

Ev hêja dibêjin: „Bi sê telaqên jin berdanê yê ku bê û tev li kongrê bibe, deriyê dilê me heya bi dawiyê jê re vekiriye û ger kursî di salona kongrê de nemînin emê wan li ser herdu re?ikên çavên xwe rûnînin. Kî  bixwaze bibe serokê PEN ê jî em tev, emê jê re li çepikan xin.

Wekî din jî dibêjin yên ku rexneyên wan li PEN a Kurd hebin, bera kerem bikin werin Kongrê û rexneyên xwe li wir bikin, ti?tên ku dixwazin di rêbaza penê de bên guhertin bera pê?neyaz bikin û emê li ser herdu çavên xwe pê?kê?î pilatformê bikin. Îca ew û ?ensê xwe dimînin.

Gelî biraderên hêja û nivîskarên qedirgiran, vê firsetê bernedin û herin kongra PEN ê.  Binerin pi?tre gazin û mazinan ji tu kesî nekin û nebêjin çima filankes û bêvankes bûye serok yan jî endamê navenda PENê ha.  Ku di dilê we de serokatî,  endametî yan jî ti?tên din hebin derî li ber we vekiriye û hûn sax.

Li melê bangdan û li me jî gotin babam. Îca hûn bi kêfa xwe ne, nebêjin Lotikxanê ji me re negot û me serokatî ji destê xwe revand.

Almanya

About The Author

3 thoughts on “Kongra PEN a Kurd

  1. Yaw ez dixwazim bibim bashqanê PEN-a navê xwe heyî, lê bi xwe tuneyî, wîîî.

    Welle qerdashim heta ku ez nebim bashqan, kurdî nikare li bin duvê kurdên tirkîperest bide u kuna wan dax bike. Binêrin cîgerlerim aniha kîjan kurdê esilkurd di dema xwe ya berî asîmîlasyona tirkên dolheram digot „Alooo …“. Ê tabî kurdên me yên zimantirk nizanin ku di kurdî da „Elooo …“ dihat gotin, mîna „Elî“yê ji erebî „Alî“ filan u fistan.

    Ma we aniha fam kir chima bashqantiya min welê girîng e shekerlerim? Yani bi gotineke pir mecazî u maqul ez ê bi bereket bikutim zimanê kuchikan yê tirkî dînime îmanime. De hun qebul bikin jî ji vî va ne kin jî vî va qerdashim.

  2. Yabo kiè li kongrè PEN,a kurd,da bi tirki,bi erebi u bi farsi bi peyvi bilà kerè bavè sofi Xelef li quna viè bimizi.

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.