P. Kemal
Tezkere temam, ma dagîrkirin
Devliken Kelogirî
De here
B. Ronahî
Kerê bi xwe re neanî
L. Şêxo
Hûn ji Kurdan çi dixwazin?
A. Dûran
DEMA HESABDANÊ
B. Qendilê
Xuyaye mêr di gundê me de nemane!
R. Kal
KEÇELTÎ AN QÛNEKTÎ !
S. Îloz
One Minute Wan!
N. Çelîk
Girîngîya zimanê Kurdî û helwesta Karayilan
ARŞÎV | TÊKILÎ

Îcar dora malperên înternetê ye


Ûstûra Kemal

Serokwezîrê Tirkiyê cîgerim Erdogan, pi?tî hevdîtina hunermend û nivîskaran, niha jî dixwaze silavekê li malperên înternetê bike û hevdîtinekê bi xwedîyê malperan re bike. Wey ehlen û we sehlen!

Di vê derbarê de cîhgirê Erdogan Huseyîn Çelîk ê Wanî, lotikek avêt û got:”Ji bo ku em çîroka rêdana demokratîk ji xelkê re bêjin, me dest bi “Civînên Hevdîtinên Tirkiyê” li dar xistiye û ha ha em lotikên demokratîk davêjin. Di vê derbarê de wê serokê me yê sererd û binerd sayin Kasimpa?alî Erdogan, tilîyekê bavêje bin dûvê malperên elektronîk jî û bi wan re hevdîtinekê pêk bîne”.

Cîgerim Hiso dîsa got:”Werhasilî kelam, wê serokê me Erdogan di 23ê Gulanê de bi pisporên sporê re û pi?tre jî bi medya înternetê re rûnê û Coca Colayekê bi wan re vexwe. Wê serokwezîrê me ji wan re behsa pêwistî û girinyîya rêdana demokratîk û lotikên demokrasîyê bike, wan bi van lotikak serxwe? û gêjomêjo bike “ filan û fîstan.

Ez serê we neê?înim canim cîgerim, em nizanin ka wê Kasimpa?alî malperên Kurdî jî dawet bike yan na, lê sîxurên me yên di nava AKP de dibêjin ku “ Kasimpa?alî di erênayê de ye, di navbera Xelîl û Celîl de maye. Lê ji alîyê din sîxurên me dibêjin ku “Kasimpa?alî bi nêt e tenê xaltîka Fatê dawet bike û çend ?êwr û mi?êwran pê re bike, li ?îret û lotikên xaltîka Fatê gundarî bike” filan û xeftan.  

Neyse..

Gelo hûn dibê wê Kasimpa?alî malperên Kurdî jî dawet bike?

Heçê tê derxe emê 250 gram kezeba mirî?kê, serê çûkekî û ferek gunikê nêrî bidin wan.

 De yalla

Stenbol

Ev nivîs 352 carî hatiye xwendin


Şirove bike