Belê qurban, bavê Tirkan Mistoyê Selanîkî ji mezel rabû û got „Selamun aleykum“.
Li bajarê Izmîrê mirovê bi navê Mesût Yonan, ewqas dişibe bavê Tirkan Kemal Ataturk ku nayê gotin. Mesût Yonan ê ku elektrîkçî ye û bi zor û heft belan zikê xwe têr dike, bi xêra şibandina Misto niha têra xwe meşhûr bûye û dide lotik û zîtirkan.
Mesût Yonan, bi şibandina Misto kêfxweş û dilşad e û dibêje ku „Ez nema zanim ne ew ez im, ne jî ez ew im. Nizanim ne ez mirî me, ne jî ew di bedena min de ji mezel derketiye û sax bûye. Lê di her halûkarê de em herdu pir dişibin hev. Belkî dê û bavên me di dema xwe de qaçaxî maçaxî kiribin ma kî zane“ û dikene.
Werhasilî kelam, hingî Tirkan digot „Atam, sen kalk ben yatam“, wa bavê wan ji tirbê rabû ser xwe. Îcar kîjan bêaqil ketiye tirba wî ez wê nizanim ellawekîl…
Izmîr