Nêçîrê me piştgirî da pêvajoya Osloyê

Ha Oslo, ha Enqere û ha Hewlêr, qet ferq nake. Heke samîmîyet û dilpakî di meselê de hebe, hûn karin di koxikek mirîşkan de jî pirsgirêkê çareser bikin. Na heke fen û fût, dek û dolab, xap û lîztok di meselê de hebin, ne Oslo lê hûn li ezmanê heftan jî mizakereyan bikin, wê tu encaman nede.

Hûn zanin, hevdîtinên Osloyê hêvîyek dabû, hêvîya aştî û rawestandina xwînê. Lê xuyaye aştî li hesabê hinek alî yan dewletan nayê, şer û xwîn di berjewendîya wan de ye. Ji ber vê jî, di dema hevdîtinên Osloyê de dîsa dest bi lotik û zîtirkan kirin, pêvajoya mizakereyan beravêtî kirin û mesele xitimandin.

Serokwezîrê Kurdistanê kekê me Nêçîrvan Barzanî û herweha Serok Barzanî jî, dan zanîn ku ji bo destpêkirina pêvajoya Osloyek nû ew amade ne her piştgirîyê bidin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federal kek Nêçirvan Barzanî, herweha daxuyand ku „Daxuyanîyên Erdogan, di nav gelê Kurd de hêvîyek nû ya ku karibe aştîyê bîne û xwîna ku dirije rawestîne peyda kirin. Ji bo ku pêvajo zirarê nebîne, pêwiste PKK êrîşên xwe rawestîne û ber bi bêçekbûnê ve biçe. BDP jî pêwiste li herêmê, xwe dûrî kampanyayên li dijî Erdogan û  AKPê bigre, em vê hêvî dikin. Ger ev gav bên avêtin, hikumet jî wê şert û mercên Ocalan sererast bike û ji bo girtîyên KCKê  jî wê carek din pêvajoyê binirxîne.“ 

Kek Nêçîr berdewam kir û got: Haya me ji hemû hevdîtinên Osloyê yên ku nîvçe man hebû. Ji bo çareseriyê me piştgirî da van hevdîtinan. Îro jî, ji bo çareseriyê em amadene ku çi bikeve ser milên me bi cîh bînin. Çimkî em bawer dikin ku ev pirsgirêk ne pirsgirêkek leşkerî û çekdarî ye, pirsgirêkek siyasî ye.Di pêvajoya hevdîtinan de ger êrîşên PKK  û operasyonên dewletê neyên rawestandin, wê zirarê bide dîyalog û pêvajoyê. Di demên berê de jî zirar dabû pêvajoyê. Di dema nû de ger di makzagonê de çareserîyek pêk bê, wê ev ji bo hikumet û serokwezîr Erdogan bibe serkeftinek dîrokî. Bawerîya min ev e ku di kongreya mezin a AKPê de wê Erdogan di derbarê pirsgirêka Kurd de ji bo çareserîyê pêvajoyek nû bide destpêkirin.“ 

Werhasilî kelam, kek Nêçîr û Serok Barzanî hewl didin ku pêvajoya Osloyê dîsa bê destpêkirin, şer raweste, xwîna keç û xortên Kurd hew bê rijandin û aştî bê herêmê.

Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan û partîya wî di kongreya 4 an de hinek sozên ku pêvajoya demokrasî û mafê mirovan pêşdetir bibe dan. Wek; rakirina asyengîyên li ber siyaset û partîyan, serbestkirina xweparaztina bi zimanê Kurdî, di xizmetguzarîyê de bikaranîna wergêrên Kurd û Kurdî, baştirkirina rewşa girtîyên xepisxanê, şeffaftirkirina maddeyên hiqûq û dadmendîyê filan û bêvan.

Helbet belkî di çavê hinek alîyan de ev gav wek gavên piçûk bên dîtin. Lê di encamê de gavên piçûk jî dibin sedema avêtina hinek gavên mezin. Heke em Kurd zanibin ji van gavên piçûk îstîfade bikin, emê karibin doza hinek gavên mezintir jî bikin.

Ez serê we bêşînim, em jî wek Partî Demokratî Lotikxane  piştgirîyê didin gotinên kek Nêçîr û Serok Barzanî û piştgirîya destpêkirina Osloyek nû dikin.

Heke li Oslo ji bo mizakereyan cîh neyê peydakirin, em amadene derî û pencereyên dîwanxana Lotikxanê ji herdu alîyan re vekin…

Hewlêr

About The Author