Kasimpaşalî hûr lêxist û kûr lêxist

Belê, kongreya 4 an a partîya AKP çêbû û dê weledê xwe avêt.

Di kongreyê de serokê AKP Kasimpaşalî Receb dest bi lotikan kir, behsa dinya û axretê kir, behsa welatên sererd û binerd kir û qirik li xwe qetand. Di kongreyê de gellek serokên welatên cuda beşdar bûn û yek ji wan jî bêguman Serok Barzanî bû.

Werhasil, di kongreya AKP de çend biryarên girîng hatin girtin, gellek soz û moz hatin dan û serê hefsarê AKP hat berdan.

Di nava lotik û biryaran de 2-3 biryarên balkêş hene.

1-Wê astengên li ber siyasetê bên rakirin, wê astengên li ber damezirandina partîyan bên rakirin. Wê astengên li ber beşdarbûna siyasetê bên rakirin.

2- Çi dibe bila bibe, qiyamet jî rabe, wê makzagonek nuh bê amadekirin.

3- Wê di hiqûq û dadmendîyê de guhertinên baş bên çêkirin. Wê mehkûm karibin bi jin û pîrekên xwe re bên cem hev (mehkûman kêf kir ellahwekîl).

4- Wê astengên li ber xweparaztina bi zimanê Kurdî bên rakirin, wê di xizmetguzarîyên fermî  de wergêrên Kurdî xizmetê bikin, wê di xizmetguzarîyên fermî de dawî li nîjadperestî û cudaxwazîyê bê anîn, wê xalên ku ji hemwelatîyan re dibin sedema cudaxwazîyê ji holê bên rakirin.

Û filan û fîstan….

Ez serê we neêşînim, bi beşdarbûna HAS partîyê û hinek kesayetîyên din, xuyaye wê vê carê AKP di hilbijartinan de deng û rayek pir mezin bistîne û dîsa bibe desthilatdar, bibe hikûmet û wê Kasimpaşalî dîsa bibe sereklotikvan.

Axir, Kasimpaşalî dibe serokwezîr, dibe çawîş yan onbaşî nizanim, lê heta 3 salên din jî wê cîgerim darê xwe li ser serê me bihejîne.

Îcar piştî 3 salên din kî dibe sereklotikvanê AKP wê jî hûn texmîn bikin wesselam..

Enqere

About The Author

One thought on “Kasimpaşalî hûr lêxist û kûr lêxist

  1. ere keka we hinek tist anine ziman le we ne gotiye cima recebo dema behsa BARZANI kir got seroke hereme le cima ne got seroke Kurdistane. ma cima we heqera doste we li we kir cima we ne nivisandiye bebext na.

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.