Aha vê carê Cemîl Bayik xwe? kir

Xwedê heye, vê carê Cîhgirê Serokatîya Konseya KCK Cemîl Bayik îmana meselê teneke kir û lotikek xwe?, lotikek Kurdewarî avêt.

Cemîl Bayik, di daxuyanîya xwe de li ser Xweserîya Demokratîk rawestîyaye û bi ?e? telaqan sûnd dixwe ku li Kurdistanê ?ert û mercên Xweserîya Demokratîk pêk hatine û divê Kurd lez û bezê bidin xwe ji bo ku xweserîya xwe li dar xin. Bayik dibêje ku divê Kurd di her warî de, di warê aborî, paraztin, perwerde û kulturê de xwe bihûnin û gavên berbiçav bavêjin, dereng nemînin û vê tirrê ji dewleta Tirk re nehêlin.

Lê ji bo min ya herî xwe? û ji ?orba nîskê xwe?tir, Cemîlê me qû?ê li zimanê Tirkî diqetîne û dibêje ku “divê em hêdî hêdî sîstema perwerdeya bi zimanê Tirkî red bikin û di her warî de dest bi perwerdeya zimanê Kurdî bikin” û îmana meselê diçikîne. Ji ber vê jî, Cemîl Bayik lotikek pîroz û bimbarek avêtiye û ez vê lotika wî pîroz dikim.

Aha lotika ji vê lotikê xwe?tir tuneye ellawekîl. Ziman nasnama milletê Kurd e, ziman hebûna milletê Kurd e û kengî go Kurdan dev ji ?ildim bildima Tirkî berdan û xwedî li zimanê xwe derketin, bizanibin ku pirsa Kurd jî çareser dibe û ev tirr ji asîmîlasyona Tirkan re namîne.

Werhasilî kelam, hêvîdarim Cemîl Bayik bandorê li temamê konsey û meclîsa KCK, BDP û PKK jî bike da ku biryarek navendî bê girtin û êdî hevallerên me ji zimanê dêlika Asenayê rizgar bibin, wê toqa naletê ji stuyê xwe derxin.

Her bijî cîgerim Cemîl!

Bi sê telaqên jinberdanê ev lotika te ji ?orba nîskê û tir?ika ber savarê jî xwe?tir bû û tu sax…

About The Author

10 thoughts on “Aha vê carê Cemîl Bayik xwe? kir

  1. Na looo, sayin pir mezin Cemil-ê bashqanê xwe henekan dike haaa. Law ma ji mirov ra nabêjin, ka hele tu pêshta ji xwe xeber bide heyatim. Yaw Cemîl-ê bashqanê xwe qasî qasimpashalî Reco jî bi kurdî nizane. Ê de îcar ev chi lotikên ez nizanim babam. Welle êdî malzeme di destê Cemîl-ê bashqanê xwe da nemaye, loma henekên xwe li me dike, wîiî.

  2. Rêzdar Ruviyê Charjinikî rast gotîye.
    CHP dikare bo zimanê Kurd gav bavêje, lê PKK ÎRO nikare gav bavêje. ji berku serokê wê rêxistinê e$kire dijminê Kurd û Kurdistanê ye.

  3. Law kekê me li Qendîlê bi xwarina tirshikan buye wek boxê nav garanê u nizane kulotikeke chawa bavêje. Ellawekîl bi vê lotikê îmana meselê tev da kir teneke qerdashim. Yaw sayin hevaller herro ji xwe ra xewnekê dibînin. Ê tabî ji bo medyayê rupel bi rupel hevpeyvîn chêkirin, ne karê her mêrî ye lo. Tê gotin ku sayin hevaller berî her xwarinê selevata xwe ya bi tirkî diqetînin u pê ra jî simbêlên xwe badidin u dibêjin: Te dît, min chi gotinên qerase dîsan kirin, gidîîî.

  4. Fir u derevè.kemalist nikarin kurdiyati biparezin. de bla §ev tv u rojnamè bla dest pèkin ve§ani kurdi.veki KURD 1 TV.li qandilè mekteba kurdi bi navè kurdi vekin.devf ji apolo,i§tar,afrodit,star berdin.bla ala kurdi bipe§irinin.bla gerilla bi navè pe§merge navdarinin.bla ji imrali dest bike§in.bla bi pe§mergè dil keti u nexèwe§a mijul bin.bla veki kurden legeng §er bikitin u xeta tirk eman ne kit agirbes nekitin.ji cati partisiyè quzè kerè berdin.siyaseta kurdiyati bime§inin.

  5. Lo gotinên vana bêqîmet in. Heya êvarê ye hikmê wan. Niha Apollon bibîhîse, pê guhê Bayik digirin. Ew jî sond dixwe tishtekê wiha negotiye. Yê vana demdirêjkirin e, xapandin e. Îradeya vana di destê Ergenekonê de ye.

    TZP avakirine, qasho ji bo ziman e, heya êvarê dibêjin bijî Ocalan. Armanca vana terorîzekirina daxwazên meshrû yên Kurdan e. Ew ê wisa bikin ku daxwazên xweseriyê hwd biherimînin.

    Min ji derdan rih (rû) berda. Ji kulan nizanim chi bikim. Werin vana ji min bipirsin, haho.

  6. silav u rez kese nivise dikin u ye gazinda ji cemil bayik u ocalan dikin hun dikarin 2 seva li nave berfe biminin u duri xizme xwe biminin u birci bi minin gotin xwesa le kar zehmete ku we kariba biqasi gazinda bikin we hewqas kar kiribe ve kurdisatn azad bu ziman direji nebasa ji me tev te xwestin em heskirin belav bikin .ez dibejim ocalan 11 zindane de dimine u yek ji we nikare 3 roja mine le dema ziman direjiye tikes wek we nina . hun qurbana ocalan u cemil bayik u herkesek gerila bin .

  7. Bi rasti hewl namine ji bo deve xwe parastine. Fikir tisteki cudaye,henek tisteki cudaye, rexne tisteki cudaye, pekeni tiste cudaye o heqaret, terbiyesizi tiste cudaye. Xirabi % 100 li te wedigere; le poze xirabanji nasewite. Ez berxweketim yekdem min ew sirova ewil nivisand biborin. Tene ji boy xwe; ko min deve xwe xirabkir pirs kirin. Iroj weda pirsen xirab hewbikim.

Comments are closed.