Demokrasî û dadî ji bo herkesî dîvê

Di dinê de gelek tiştên giring tên guhertin. Carek din Ddinya ji nû ve tê parvekirin û bi rêk û pêk kirin..

Li Kurdîstanê bi hêyî û bîhnpakîyên netewî pêşvebirina sîyasetek regez û vîzyonek pak pewîst e.

adils

Tê gotin ku demekê ji nemir M.M.Barzanî pirs dikin: Rêzdarê hêja, divê em olperest bin an  sosyalîst?“.

Rêzdar dibersivîne: Berî her tiştî welatê xwe ji bin pîyên dijmin rizgar bikin. Piştre kî çi dixwaze bila bibe ew“.

Li parçeyê mezin bakurê Kurdîstana PKK  ji sedema kêmasî-xeletî, rêberî û rêbazîyek ne netewî 40 sal in mecal nade ku Kurd bibin xwedî heq û mafên xwe.

Bi rêya sîyasetê li gor dadîya Tirkîyê gelek partî damezrandin û xistin parlemenê. Gelek bûyer çêbûn û hatin girtin. Herî dawîyê HDP ava kirin. Bi raya mîlyonan nêzikî heyştê parlamenter tevî çepên Tirkan hatibûn hilbijartin. Hema bêjin hemû şaredarîyên Kurdîstanê xistin destê xwe.

Bêyî daxwazîyek otonomî-serxwebûn û xwedî dewletbûyînê li hemû bajarên Kurdan xendek kolan û şerê gerîlla gur kirin. Bajar tev hatin xopankirin. Bi hezaran Kurd hatin kuştin û gel jî bi zorê koçewar bûn.

Nûnerên partîya HDP ji meclîsa Tirkîyê derneketin. Xwestin ku xelk derkeve sûk  û kolanan û li ber gulebaranên leşkerên Tirkîyê bên kuştin. Ew çalakîyên han şaş bûn. Bi xwe jî li şaşbûna xwe mikur hatin.

Li başûrê piçûk PYD gelek mixalîfên xwe wek PDK-S u ENKS ê girtin û raçavkirin, avêtin hepsê. Hinek jî mirov nizane li ku ne û çi hatiye serê wan. Ji alîyê din li Tirkîyê ji ber wan tiştên ku qewimîne Kurdên me rabûne li mafên demokrasîyê digerin. Hezar car nalet li rejîma Tirkîyê be! Dost û dijmin jî baş zane ku tu carî ji bo Kurdan xwedî merhamet û însaf nebûye.

Lê demokrasî û dadî ji bo herkesî ye…

Her çi dibe bila bibe, di van rojên giran de divê em bi rihekî netewî li hemû Kurdan xwedî derkevin.

Ji xeletî û şaşitîyên wisan dûr bikevin.

Ji dijminên xwe xwe biparêzin û dostên xwe hembêz bikin.

Pirsgireka Kurd bi tenê ne daxwaza aşitîyê ye.

Divê axa Kürdistanê bê parastin, maf û hiqûqê Kurdan bê xwestin. Û helbet her tişt ji bo Kurd û Kurdistan..

Ji bo wê mînakek herî bêhempa dûrişma Dr.Said ê…

Divê em vê dûrişma netewî û şoreşgerî bidin pêş armanç û têkoşîna xwe…

About The Author