XEMXWARIN

Tu tişt wek berê nîne, wek xwe jî nemaye…

Ne hevaltî û dostanî

Ne bawerî û siyaset

Ne jî welatparêzî….

Her tişt pûç bûye..

Bi pûçbûnan wisa pûç bûye ku

av bi jahrê hatiye gemarkirin.

Hewa tev qirêj bûye

Ax genî bûye

Bî têhna rojê mirov êdî nexweş dibe..

Tunebun-feqirî ne qeder û sûç e, ji ber yên ku têra xwe heye û dewlemend in, ew tu carî têr nabin…

Ol û olperestî em şaş hîn bûne

Ola xwedê bûye dijminê Kurdan

Misilman bûne dijminê Kurdan

Kurd misilman in!!!! Çi ecêb e…

Bi salan ji bo Kurdistanek serbixwe-azad-yekbûyî û sosyalîst şerê çekdarî hat kirin. Nêzikî 50 hezar xort û qizên Kurd canê xwe feda kirin. Îro ew sazîyên Kurd legal doza dawa xwe dikin. Lê devlet-otonomî û her wekî din statuyek naxwazin..

Dibêjin em Kurd in, lê bi Kurdî venabêjin…

Dibêjin em berxwe didin, lê Kurdistanê naxwazin..

Rê vebû. Partî ûrêxistinên mixalif hatin avakirin. Li dijî mêtingehkaran mixabin bi merc, zagon û dadîya mêtingehkaran yek bi yek hatin avakirin. Wê bibin mînak ji bo pêşeroja gelê Kurd…

Tenê ji PDK ê pênc şeş  Pdk derxistin holê.

Pesnê biratîya Tirk û Kurdan,

pesnê biratiya Tirk û Kurdên misliman didin…

Ew bû çi, wek bûyera gundiyekî belengaz û mar.

Gundî rojek ji rojan diçe daristanan û dixwaze barek êzing bide hev. Dema ku dikeve nav daristanan, çi bibîne, vaye çend rovî li havirdora marekî kom bûne, dixwazin bikujin û ji xwe re bikin xurnî (xwarin). Gundî bi kevir û kuçan êrîşî wan rovîyan dike û wî marî ji mirinê azad dike. Mar tête ziman û dibêje:

-Lo belengazo, te ez ji mirinê azad kirim, tu çi ji min dixwazî bixwaze.

Gundî ecêb dimîne û bi devekî nîvmirî bersivê dide:

-Ne ji bo tu tiştekî…

Mar dibêjê ka raweste û dikeve şikeftek kûr û bêbinî, çendek şûnve bi zêrekî ve tê cem wî gundîyê feqîr.

-Tu her hefte were vir, ezê bi zêrekî te xelat bikim..

Gundî gelek kêfxweş dibe, sipasîya xwe dike û ber bi mal ve dide lotikan..

Gelek sal dibuhurin. Gundî nexweş dikeve û dildizîya (sirra xwe) xwe dide kurê xwe. Lawik ber bi daristanê ve diçe, ew û mar rû bi rû dibin. Lawik  xwe dide naskirin. Mar jî wî re jî zêrekî tînê û vedibêje:

-Bavê te dostekî min ê qedîm e, silavên min lê bike.

Lawik dema ku şûn ve vedigere, xwe bi xwe dibêje: „Ezê vî marî bikujim, têkevim şikeftê û çiqa zêr û zîv hene bistînim“ û bi kêrê êrişî mar dike, dûvikê mar jê dike. Mar bi jan û hawar lê dide û bi jehra xwe lawik dikuje.

Şev û roj derbas dibe. Lawik bi şûn ve venagere. Bavê wî yê nexweş xwe bi xwe dibêje: „Hey wax ku heywax..diyare ku kurê min şaşitîyek kiriye, loma venegerîya“.

Zilam bi lez û bez bi rê dikeve, diçe nav daristanan ku çi bibîne..

Kurê wî miriye û mar jî birîndar e…

Mêrik ji mar re dibêje:

-Marê reş, ma ez û tu ne birayê hevdu bûn, va çî hal e?

Mar hal û mecalê xwe û lawik dibêje, piştre jî wisa dibêje:

-Heya ku tu xemxwarina kurê xwe bikî û heya ku ez jana boçikê bikşînim, em tu carî nabin bira..

About The Author