Qelenê keçkanîya wê bû 400 hezar $

Kevîn Kurdson

Li Eyaleta Nevada ya Amerîkayê, mal û xanîyê malbatekê dişewite û dibe qirik. endamên malbatê per perîşan dibin. Ne pare heye, ne jî kar û emel ku karibin ji xwe re pê xanîyekî ava bikin. Tenê tiştek dimîne, ew jî ku keçika malê keçkanîya xwe bide ber firotinê.

Axir..

Katherîne Stone 20 salî ye, keçika malê ye. Ji bo ku peran qezenc bike û heqê xanîyekî bide ser hev, mecbûr dimîne keçkanîya xwe derxe mazatê û bide ber firotinê. Katherîne Stone heta 20 salîya xwe jî keçik e û bi xiyarekî re raneketiye, seks nekiriye. Bi vî awayî wê Katherîne Stone hem perê xanîyekî ji malbata xwe re bide ser hev, hem jî wê ji bo cara yekê  bi qeraseyekî zilaman re seksê bike.

Heta niha qelenê keçkanîya wê bûye 400 hezar dolar. Heke kesek lê zêdetir neke, wê Stone keçkanîya xwe bi 400 hezar dolarî bifroşe û ji keçkanî bikeve.

Rebena Katherîna Stone vê yekê ji bo malbata xwe dike û dipirse:

-Ma ku ez keçkanîya xwe nefroşim, ezê çi xwelîyê li serê xwe bikim ka hûn nabêjin? Belkî hûn min sûcdar bikin, lê tu rêyek din ji min re nemaye

Û pê dêşe..

Werhasilî kelam, xwedê ji kesî re xirab neke û xwedê mala kesî bi serê wî/wê de wêran neke.

Heke meriv ji derba xwe ket, meriv mecbûr dimîne her gûyî jî bixwe wesselam…

Amerîka

virgin1

About The Author