Rojê 4 caran xwe dişo, dîsa bêhna masîyan jê tê

Kevîn Kurdson

Rebena Kelly Fidoe-White a 36 salî, raserî nexweşîyek wilo hatiye ku xwedê neyne serî kesî.

Ya starrrr û ya star!

Nexweşîya bêhna masîyan.

Kelly Fidoe-White, rojê çar caran xwe bi heft qalib sabûna Helebê dîşo, rebenê dîsa bêhna masîyan jê tê. Dike û nake bêhna masîyan jê nare û ji ber vê bêhnê jî ji der û dora xwe fedî dike, şerm dike derkeve nava civatê.

Kelly Fidoe-White, di nexweşxaneyekê de, di beşê radyografî de dixebite. Hevalên wê ji bêhna wê aciz in û xwe di nav behr û deryayê de, di nav masîyan de dibînin. Ewqasî ku bêhna masîyan ji laşê wê tê.

Ji vê nexweşîyê re „sendroma bêhna masîyan“ tê gotin. Bi kêm mirovan re peyda dibe. Yek ji wan jî xuyaye Kelly Fidoe-White e.

Mêrê Kelly Fidoe-White,  Michael ê 45 salî, 16 sal in bi jina xwe Kelly Fidoe-White re zewicî ye. Her çiqasî mêrê wê Michael hînî bêhna wê bûbe jî, lê car caran ew jî ji vê bêhna masîyan berşoşkî dibe, wek mirîşkan gêj dibe, lê ji ber ku jina wî ye dengê xwe nake.

Li gor pispor û textor dibêjin, beden û laşê Kelly Fidoe-White, hinek xwarinên ku maddeya „kolîn“ di nav wan de ye, parçe nake û nahêre. Ev jî dibe sedem ku beden û laşê wê xwêhdan bigre û hetta mîza wê jî di devê wê re derkeve der.

Werhasilî kelam, xanima germik û nermik, bedewa qelem û nepoxî Kelly Fidoe-White, raserî derdekî giran hatiye û nizane ewê çawa jê bifilite.

Lê xanima germik û nermik Kelly Fidoe-White dîsa jî şikra xwe tîne û dua ji xwedê re dike.

Çima dua dike hûn zanin?

Ji bo ku wek hinek Kurdên xwelîser li dijî dewletbûn û serxwebûna welatê xwe dernakeve û bêhna gû jê nayê..

Îcar ji bo xwedê û pêxember, heke hûn karibin çareyekê ji derdê wê rebenê re bibînin, nesekinin, xêrekê bi xwe bikin û jê re bêjin.

London

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

About The Author