Gernasê me lotikek li Netkurdê xist

Li ser bextê fitne û fesadên nava Netkurdê be, dibêjin ji ber nûçeyekê nakokî ketiye navbera berpirsiyarê redaksiyona Netkurdê Mûrad Ciwan û redaktor û nivîskarê Netkurdê Gernas Amedî.  Dibêjin pi?tî wê nûçeya malxerab redaksiyona Netkurdê kiriye ?orbe û tevlihev kiriye, Gernasê me dev ji redaktorî û nivîskarîya Netkurdê berdaye û niha li mala xwe rûni?tiye, bê serê?andin çay û qehwa xwe vedixwe.

Axir, aha hal û rew?a me rew?enbîr, siyasetmedar, nivîskar, hunermend û serokên me ev tir?ik e ha gelî xwendevanan.

Yaw meriv çawa kare li ser nûçeyekê bi hev biçine û dilê hev bihêle ji bo xwedê? Nûçeyek çawa kare redaksiyonekê bera hevde ku berpirsiyar û nivîskarên wê pelûlê bi serê hev dakin? Ev çi bêtehamilî ye, çi hi?mendî ye, çi ?orbe û tir?ik e?

Yan ka ew demokrasîya ku nivîskarek nikaribe nûçeyekê li gora dilê xwe biwe?îne?

Werhasilî kelam, kekê me Gernas Amedî dev ji Netkurdê berda û êdî têde nanivîse.

Ê were dîwanxana Lotikxanê babam, wî! Ma betalî bi kêrî te tê qarda?im? Kontenjanên Lotikxanê pir in û bi namûs em rê li ber kesekî jî nagrin. Lê binere perên me tunene haaaaa! Heger tu jî wek lotikvanên me dixwazi bi zikek têr yek birçî lotikan bavêje, ehlen û we sehlen were. ?orba nîskê û pîvazên me pir in elhemdulîllah. Hema emê bixwin û binivîsin, bixwin û binivîsin heta em pê virikî bibin û hew, ma ne ba? e?

Ê de yalla, em li benda kekê xwe ne cîgerim..

About The Author

4 thoughts on “Gernasê me lotikek li Netkurdê xist

  1. Aha wusa ha.. Ez nizam dilge$bûna xa(xwe) çawa bidim xuyakirin.
    Mala te ava rêzdar Sofî Xelef.

  2. Gernas nebê tu bi gotine Sofî Xelef diki ha 🙂 Xwe rind bi ?idîne û keleshkofa xwe hilîne biçe malpera netkurdê gulebaranke bera dilê te rehet be ne wilo 🙂

  3. serkevtin ji bo xorté amedi.
    cih nakeve wi babam wiii ma li tu deveré runani|(quncuci nake):))

  4. Nivîskarên me jî pozbilind, elîte, qurre ne. Xwe mezin, xelkê bichûk dibînin. Mirovên roja fireh in. Naxwînin lê eqil didin xelkê. Nezan in lê kumê her zanayê didin serê xwe.

    Lo bila gunehiya we bi vana neyê. Pirraniya wan wekî hevûdu ne. Werin Lotikxaneyê vira jî xirab dikin. Ew ê bêjin we chima navê min di rêza duyemîn de nivîsandiye û viya bikin problem.

    Zana û nivîskarên me heger yê xelkên din bana, wele dishandin ber golikan. Lê mixabin di tunebûna dîkan de navê vana bûye Evdirehman.

    Helbet zana û nivîskarên me yên leheng jî hene. Ew ne karîyerîst in. Ew bi pêshketina nirxên meteweyî bextewar dibin. Jiyanê kollektîv dihesibînin. Ji polemîkan hez nakin. Ji ber wê ye pirr jî nayên naskirin.

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.