Her ku tirkekî…

serefxan ciziriEm kurd gelekî baş dizanin ku di civata tirkan de, yên ku gef li kurdan dikin û kirine hejmara wana pir in. Heta di vê mijarê de yên ku bi hev re berberiye dikin jî hene. Dibêjin; ma ez li kurdan baş gefan dikim ya tu? Ma ez zêde antî-kurd im ya tu? Çi siyasetmedar û fermandarên tirkan ku bi kêrî xebata xwe nayên, belaş hatinê hinek deveran, derfêt bi dest ketine, berê xwe didin kurdan û wan di çavê xwe de biçuk dikin. Derûniya serdestiyê ev tirkên ku xwe weke dîkên elokan diwerimînin, hêsir girtiyê û mejiyê wan çelko melko kiriye. Ev mirovên ku xwediyê vê helwestê ne, bi awayekî zelal rastî û nerastiyê îca nema karin ji hev bitefsilînin. Xwe her tim mezin dibînin, mirovên li miqabilî xwe biçûk dibînin. Lê belê di rastiya dîrokî û civatî de kî mezin e û kî biçûk e, ev jî niqaşek dine…

Ma mirovên ku li mirovan gefê bike çawa dikare mezin be lo? Ma mezinbûna mirovan di helwesta gefxwarinê de derdikeve der? Ma kî heqaretan li derdora xwe bike dibe mezin? Ma mirovên ku mezin be, çima hergav hewcedarî bi gotina vê yekê dibîne? Heke mezinbûn bi gefan re raseri hev bimeşiyana, bêşik wê gelek rewşenbîr, siyasetmedar û bêeslên tirkan di vê mijarê de Xelata Nobelê girtibûna…

Belê…Beri çend salekî, gava ku perwerdeyî bi zimanê dayikê di rojevê de bû, siyasetmedarê tirk Bulent Arinç û gelekên wekî wî gotibûn: “Ma zimanê kurdî dikare bibe zimanê şaristaniye?” Li ser vê dîtina wan gelek siyasetmedar û rewşenbîrên kurd Bulent Arinç rexne kirin…

Em ê van rexneyan careke din li vir dubare nakin, hewcehî bi vê yeke tune, lê em ê li ser vê mijarê bi kurtasî qala pirtûkekê ji we re bikin. Li miqabilî vê helwesta qure û ji rastiyên dîrokî û çandî dûr, siyasetmedar û nivîskar Osman Ozçelîk gelekî acizbûye û li ser vê mijarê dest bi lêkolînan kiriye. Bi navê Şariştanî û Nijadperestî, di nava Weşanên Aramê de pirtûkek tije zanebûn afirandiye. Ji pirsa siyasî bigirin, heta têgeha şaristanî, çand, ziman, nijadperestî, dîrok û girêdana wan têgehan bi hev re kekê me Osman hemû pirs li bêjingê xistine.

Zimanê tirkan ku piraniya wî ji zimanên cîran hatiyê deynkirin Osman bi minakên şênber serobino kiriye. Nivîskar qala dîroka ziman û bêşên zimanên li cîhanê dike û zimanê kurdî di vê çarçoveyê de pêşkêşî me dike. Nivîskar bîrdoziya tirkan a fermî dide ber tîr û kevanê kurdewariyê… Di encamê de, bi riya vê pirtûkê nivîskar bersiva bîrdoziya fermî ya tirkan bi minak û daneyên şênber dide. Ji bêdela ku hêrs bibe, xebaran bide, gotinên qelew bike, nivîskar bi zanebûn, bi fikr û ramanên maqûl bersiva dîtinên şaş dide…

Gava ku kundirên tirkan gef li kurdan kirin, divê em jî bersiva wan bi fikr û ramanên xwe bidin. Gava ku tirkên çekilmast gefa li kurdan kirin, em bi pirtûkan, bi helbestan, bi ramanan, bi stran û hunera xwe bersiva wan bidin. Em ji hev re bibêjin; bêje heval bêje… Tu ji tiştekî bibêje… Çi di tûrikê de hebe, bibêje… Tu jî stranekê bibêje, pirtûkekê binivîsîne, helbestekê bixwîne, tabloyekê çêke, govendekê pêşkêş bike, çîrokekê bibêje. Kurdên ku siyasetê jî dikin ew ji xwe dikin… Ew jî ya xwe dibêjin. Tu jî ya xwe bibêje heval… Divê hemû kes di doza neteweyî de paleya kurdewariyê bike heval…

 

Azadîya Welat

 

About The Author