Navê Kurdistanê herimandin!

Ereb dibêjin: Hamîha, heramîha yanî yê ku diparêzin, diz in….de îca werin û safî bikin…Ê bi sî û sê telaqan mafyayên Meksîkî jî wilo nakin law! Mafya dema lotikekê li yekî dixin û malikê li wî diviritînin, bi dengekî bilind û bê tirs hawar dikin: Em in yên ku me lotik lêda, me ew ku?t, me kirê, me….   Yanî camêran mêr in, natirsin, li gor baweriya wan bi ?eref tawanên xwe dikin û ji tukesî vena?êrin. Lê pepûkên me, xwelîliserên me, ne mêranî hi?tine, ne ?eref hi?tine, ne wêrekî hi?tine û ne jî merdî hi?tine!

Ev nemerdana, nizanin ne texlîta mafya bikin, ne texlîta dîktatoran bikin, demoqrasî û çavsorî tevlihev kirine, ji ?orba ca (diya) Sîno xerabtir lêkirine. Dizî û qûnekî di nav hevde badane û wek girêkên werîsê pîrka Ey?ê lêkirine, dolar û yoro kirine defter û blok.

Ê ma oxlim hûn li mektebê ne! Dûn dîwaran lêdikin! Yan hûn serweriyê dikin? Ellawekîl ev ne li hikûmetan diçin, ne li qûnekan diçin, ne li mafya diçin, ne li e?îran diçin, ne li dizan diçin, ne li partiyan diçin û ne jî li mirovan diçin, wîî!

Zerde?t, xortê xwendevan û rojnamevan, çima ku rebeno çend gotar di derheqê vê hikûmeta xwedêgiravî demoqrat de nivîsandibûn, serê sibehê li Hewlêrê, ji ber deriyê zanîngehê bi histûyê wî girtin, ew revandin û birin li nav terorîstên Mûsilê ew ku?tin ji bo ku wan rebenan sûcdar bikin. Law bi rastî ev wek ewên ku dixin xelkê û xelk xirrên wan jî nabînin wî!

Berî çend rojan jî li Silêmanyê kurikekî 17 salî ji dibistanê di nîvê rojê de hat revandin, daxwaza 500.000 dolarî li bavê wî kirin ji bo wî bi saxî berdin. Îcar rebeno ew pere peyda kirin, lê berî bighîne wan, di navbera wan û polîsên Kerkûkê de ?er derket, hin ji van hatin ku?tin, hin ji wan hatin ku?tin û adinî rojê kurikê reben kirin sedqa serê kakacanan, ew ku?tin û avêtin kolanên Silêmaniyê.

 Îca birako, ez bi çaroxa qûnekan kim, ev nîna ye û tirnîna hîn maye!

Xwedê me ji devê tivinga zaliman bistirîne!

Xwedê me ji xirrê qûnekan biparêze!

Xwedê me ji newêrekan dûr bixe!

Xwedê me ji dolar, defter û blokan bê par bihêle!

Xwedê navê me nexe herdu defterên re? (deftera li Silêmanyê û Hewlêrê) rebbî!

Xwedê me bi destê nemerdan nede ku?tin!

Amîîîîîîn…..!

Kurdistan

About The Author