Hecî Sîrwan li partîyekê digere

Li ser bextê fitne û fesadan be, dibêjin xortê nûhatî, zavayê taze, kilê çavê keç û jinên 14 heta 70 salî Sîrwan Hecî Berko, ji xwe re li partîyekê digere ku bibe endamê wê lê dike û nake partîyekê li gora dilê xwe nabîne.

Dîsa li ser bextê fitne û gelacên bajarê Berlînê be, dibêjin Sîrwanê me di nivîsek xwe de gotiye:”Gelek caran ez ji xwe dipirsim bê çima ez nabim endamê partiyek Kurdî; partiyek xwedî programek maqûl û endamine ku kêm-zêde mîna min difikirin. Ez li partiyekê digerim ku dizane çi dixwaze û çawa xwestekên xwe bi cî bîne. Ez li partiyekê digerim ku armanca wê ya sereke ne hizbîtî be, lê belê bicîanîna bendên programa wê be. Ez li partiyekê digerim ku ez tê de bibim endam, ne sofiyê serokekî ebedî. Dixwazim bibim endamê partiyekê, ku maf dide min vekirî û e?kere siyaseta partiya xwe rexne bikim bêyî ku mohra xayintiyê yan jî perçebûnê li min bê xistin „ û hespê xwe bezandiye.

Pi?tre jî gotiye:“ Ez li partiyekê digerim ku ji kesên serbixwe û zane netirse û ji ezmûnên wan sûdê bigire. Dixwazim bibim endamê partiyek nûjen ku xwe berdewam nû dike û di nav toza dîrokê de nemîne. Eger partiyek wilo hebe, jê tika (reca) dikim ku zû forma endametiyê ji min re bi?îne, da ku bibim endamê wê“ û li benda forma partîyek nûjen e.

Hella hellaaaaaaa û ya siphan ella!

Yaw Sîrwan, exûyî, brê mino, bi ?e? telaqan ew partîya ku tu behsa wê dikî hazir û amade ye. Law tu behsa „Partîya Lotikvanên Kurdistanê“ dikî qurban, wî! Bi namûs ew ti?tên ku tu dixwazî di rêbaz û bernama me de yek bi yek hatine nivîsandin babam, waweylê! Law em partîyek nûjen in, ji kesên zana û lotikxurt natirsin, em ne mirîdên serok û meroka ne, tenê sofî û melayên doza xwe ne. Ê babam bi sê telaqan em karê xwe bi cîh tînin, sozên xwe tînin cîh, mafê kesekî naxwin û çavê xwe bernadin namûsa tukesî, em mohra xayîntîyê li qûna kesekî jî naxin, êêêêêê! Naxwe tu li benda çiyî qurban? Ê de were wî, kontenjanên me vala ne were. Binere pi?tre cîh ji te re nemîne gazindan meke ha, temam!

Te go form?

Hema form û ne ti?tekî din. Lê te negotiye ka bela form rengîn be yan re? û spî be cîgerim. Form amade, hazir û nazir e. Hema tu nav û pa?nav, navnî?an, temen, kîlo û dirêjîya bejna xwe ji me re bi?îne, te î? bi formê tuneye. Haaaaa, wêneyekî xwe?ik û seksî jî bi?îne ha, temam!

Berlîn

About The Author