Derbasbûyî be cîgerim!

Li ser bextê cilêtçî, pêxwaz, esrarkê? û eroînfiro?ên bajarê Amedê be, dibêjin nezera çavan li serokê me Osman Baydemîr ketiye û ew rakirine nexwe?xanê. Li gora saloxdanên sîxurên me,...

Li ser bextê cilêtçî, pêxwaz, esrarkê? û eroînfiro?ên bajarê Amedê be, dibêjin nezera çavan li serokê me Osman Baydemîr ketiye û ew rakirine nexwe?xanê. Li gora saloxdanên sîxurên me, dibêjin zikre? û xêrnexwazan tîrên nezera çavên xwe berdane Osmanê me û tam li dilê wî xistine. Pi?tî ku dilê wî brîndar bûye, ew rakirine nexwe?xanê û tedawî kirine.

Hinek dibêjin:“Na welle ne nezer e, sedî sed nivi?t û bazbendên re? jê re çêkirine“. Hinek din dibêjin:“Na caniiiimmmm, sedî sed pi?tî KCK agirbest rakir û dîsa dest bi lotikên ?er kir, dilê Osmanê me ê?iyaye û bêhi? ketiye“. Û hinek jî dibêjin:“Dînime îmanime, jina min awradim olsin, Tirkan vîrûsa ?ewba berazan berdane oda wî û ew pê serxwe? kirine“ filan û fîstan.

Werhasilî kelam, sedem çi dibe bela bibe, serok Osman Baydemîr ji gellek serok û rêvebirên sexte çêtir û Kurdperwertir e. Ji ber vê jî hê zû ye û em naxwazin zû bi zû dilê wî teslîm bibe. Lê ku dilê wî jî wek hinekan zû teslîm bû, soz be ezê dilê xwe derxim û têxim bedena Osmankê me. Ji xwe dil mil ji min re ne lazim e wî, ez Esrarkê? Ehmê me kuro, waweylê!

Amed

Beş
Kadîn
6
  • BARZAN
    3 Juni 2010 at 13:54

    Bi §evrà mi, Lotikxanè kurdi.ji ber viè hevokà tirki kàr anin ne pewisti.

  • BARZAN
    3 Juni 2010 at 13:56

    Du kurdè heja.ci karè ve bi kemalisten namxeram heyi?

  • delbirin71
    8 Juni 2010 at 16:19

    ez dibejim derbas buwibê u xewde tihala tê
    ji serê ma kemnake cegerim.
    kuro ev dile$ haya hamu ji kerbê van
    dehqaben tirkaya karde$IMMMMMMM

  • dilkuc
    11 Juni 2010 at 14:29

    osman ji niha pede cihe xwe cedike . zilamek duru ye . derewker e

  • longbenton national insurance
    17 September 2010 at 07:58
  • mchugh insurance agency
    16 Oktober 2010 at 02:16

    Britney ftw!

  • Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

    Zêdetir

    %d Bloggern gefällt das: