Wey weleeeed Rojînê!

Li ser bextê gundî û cîranan be, dibêjin Rojîna Omerî gilî û gazin ji PKK kiriye û gotiye ku ew nahêle li welatê bav û kalan, li Nisêbîna rengîn konseran bide. Dibêjin çima ku Rojîna me derketiye TRT6ê, mirîd û sofîyên PKK nahêlin ew li Nisêbînê konseran bide û bi Kurdî lotikan bavêje.

Îcar Rojîna me jî rabûye li çong û sînga xwe xistiye û ji çapemenîyê re gotiye:“Peppûk, peppûk, peppûk, ma min qebhet kiriye bav0? Min di TRT6ê de Kurdî û zimanê Kurdî paraztiye, min qûn li asîmîlasyonê qetandiye, ma ev sofîk û mirîdên terîqetê çi ji min dixwazin rebenê, waweylê!“ û dawa Nisêbînîyan li serê wan pêçaye.

Pi?tre jî Rojîna Omerî gotiye:“Divê stran nebin zimanê siyasetekê, siyaset dixwaze hunermend tev jê re biin mirîd. Li gora min divê hunermend azad be, nede dû qûna tu siyasetê û di nav destê wê de nebe wek lîztika zarokan. Min di TRT6ê de bi Kurdî stra, xuyaye bedêla stranên Kurdî heqaret e. Ez nebûme terîya tukesî, lê xuyaye di vî wextî de divê meriv bibe dûvikê hinekan“ û tilîyek avêt bin dûvê siyaseta PKK.

Êêêêêê Rojîn xanim!

Ma tu nizanî zimanê Kurdî wek marê re? e xanimê! Te di TRT6ê de bi Tirkî bistra  kesî heqaret li te ne dikir û wê bihi?tana tu bi serbestî li Nisêbînê konseran jî bide ha, wî! Ma tu nizani ku piranîya siyasetmedar û qa?o serokên me bi Kurdî nizanin û a?iqê zimanê Tirkî ne rebenê?

 Te jî wek wan pi?tgirîya asîmîlasyon û ?ildim bildima zimanê dêlika Asenayê bikira xwedêhi?tê! Ma ji te re çi Kurdî û Ehmedo ronî!

Meselen te di TRT6ê de „Oynama ?iqidim ?iqidim“ bistra, bi dîn û îman tuyê bibûya delala ber dilê hevalan ha, waweylê!

Mêrdîn

About The Author

8 thoughts on “Wey weleeeed Rojînê!

  1. Ê kechê yê ku di TRT6ê da ha ha di programên te da li shuna kurdî stranên tirkî digot, bi tirkiya xwe ya cheqilmast ha ha tirkî dipeyîviya Sofîkê me bu, hi? Law bi navê sermemikên xaltîka me Fatê be, min bi xwe jî chend caran ji vê xatunê ra rexneyên xwe bi posteciyên Lotikxanê shandiye u xwastiye ku Rojîn-a tirkîlî bînim ser îmanê. Lê babam vê xatunê guh neda ser min u millet, tirkî di programa xwe da her ku chu zêdetir kir. Ma pepukê ji te ra maye ku di programên xwe da bi tirkî distrînî ha? Ma chend tirk li programa te temashe dikirin tu dibêjî?
    De ev xatun u murîdên bashqanê sererd u binerd li hev dikevin, serê hevdu dikin nav chuval u turikên xwe, ew u kêfa wan u wesselam. Axir yek ji yê/ya din berbattir e. Her chiqas em kurd in bêjin jî, lê di rastiyê da xulamên zimanê tecawîzcî u qetîlan in. Ji derî kultura kurd u kurdî di herduyan da jî tirkchîtî buye wek boxê nav garanê u êdî tu doxtir beg jî nikare van ji van lotikên bergîlkî xelas bike cîgerno.

  2. Dîsa Lotikxanê dilê Kurdan ge$ kirîye, mala we ava rêweberên Kurdewar. Na na ne hevceye ku dirij bikim, ji xwe Lotikxanê hestên min, ji min xwe$iktir e$kire kirîye..!

  3. Erè,u erè yabo.ez dibejim a li parlementoye tirkè teres sond u kesemà dikin ,xeta mirinè pare van digrin,kurdi nazanin,eskeriya tirkè teres dikin,ma hun cava kurdin?anne turk baba ne bu kurd ,kurd dibi .bo ci qecà omeriyan nabit kurd?li §ev tv ki kurdi zani?haho yabo .a sehidanra dibejin,le§ aliki, ser aliki.ma sehid le§in?kecà omeriyan kurdi .ji ber kè qiza xale me Ehmedi.tu her biji qeca omeriyan.

  4. Lotikxanê wek lotika davêje Omerî ya jî 🙂 Ez jî omerî me 🙂 lê belê hevalên hêja Omerîyan her dem li sor doza xwe lotikên giring avêtine.Wek ku Qoser û Nisêbîn jî ji nêvî bêtir Omerîne 😉

  5. Welle bi serê charhêlikên min be ku êdî ez ji tirshika vê pepukê u ya murîdan bêzar bume lo. Law de hun bi xwedê dikin bi wir da herin babam, ma em mejbur in ku herroj bi lotikên we serê xwe bihêshînin qerdashim. Yaw xaltîka Fatê de tu hele ji van ra nivîseke qirase binivîse lê. Dînime îmanime ewê ji dayikbuna xwe poluposhman bibin, wîîî.

  6. Rojîna me mafdarê. u lotikxane jî. Ku lotikxane jî nebê emê çibikin? Ya rastî tahle 🙂
    le lotikxane herdem ya rast û tahl dibeje. Dibejin yên ku rast dibejin ji nêh gunda diberdine. Xuayaye lotaikxane buyê gunde dehemîn 🙂

  7. e rojin xanim,te lotik u z?t?rk e pir dijvar pek anin di trt 6 e de.ç?ma te berdevam nekir?em dixaz?n hunermende kurd tev walatparez bin.hunermend gerek ji gel ne dur bin

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.