P. Kemal
Kurd yek millet e, Kurdistan çar parçe ye
Devliken Kelogirî
Tutinkêş
B. Ronahî
EZÊ MIZGEFTÊ BIKIM DÊR
L. Şêxo
Hûn ji Kurdan çi dixwazin?
A. Dûran
PEVAJOYEK NÛ
B. Qendilê
Ji tirsa Hisko, ji ser hespê hat xwarê!
R. Kal
BILA BIRÎNA ME SAX BE HELA !
S. Îloz
One Minute Wan!
N. Çelîk
Serok Barzanî û rola wî
ARŞÎV | TÊKILÎ

Aha rojnamevana welatparêz ev e ha!


?emal Amedî

De binerin bê rojnamevanên xelkê çi lotikên qerasê davêjin. Hem jî di dezgeha rojnameya xwe de haaaa, ya starrrrrr li vê ecêbê, li vê lotika bergîlkî!

Dibêjin rojnamevana rojnama  New York Postê Mandy StadtMiller, yekem jîgoloyê fermî Markûs (jîgolo zilamê ku xwe difro?e jinan) kirê kiriye, anîye oda xwe ya rojnameyê û hevdu gevizandine. Çima? Ji bo ku xanimê nivîsekê li ser jiyana jigoloyan binivîse, rabûye xwe avêtiye bin qirasê Markûs ê jigolo û kêfa li ser kêfê kiriye.

mandi

Rojnamevan Mandy StadtMiller, bi serê serok Obama sûnd dixwe ku ew bi Markûs re neketiye nava livînê û lotik li xwe nexistine. Tenê Markûs ew firkandiye, masaj kiriye, pê re ketiye ser?okê û hew. Îcar ma ev dikeve aqilan gelî xwendevanan?

Law ma agir û barûd li cem hev dibin lo?

Xanimê pê re ketiye ser?okê, mêrik du seetan ew firkandiye, masaj kiriye, nermijandiye û xanima rojnamevan dibêje girêza wê neherikîye. Ma ev dikeve aqilê kê keçko?

Werhasil, Mandy StadtMiller xanim ji bo du seetan 500 dolar daye jigolo Markûs û gotiye: Êdî bicehime û here, êdî bes e!

Îcar birastî carna ez meraq dikim:

Gelo rojnamevanên me jî karin li xwe deynin û ji bo nivîsekê xwe di bin xelkê de bigevizînin?

Bawer nakim..

Amerîka

Ev nivîs 475 carî hatiye xwendin


Şirove bike