P. Kemal
Tezkere temam, ma dagîrkirin
Devliken Kelogirî
De here
B. Ronahî
Kerê bi xwe re neanî
L. Şêxo
Hûn ji Kurdan çi dixwazin?
A. Dûran
DEMA HESABDANÊ
B. Qendilê
Xuyaye mêr di gundê me de nemane!
R. Kal
KEÇELTÎ AN QÛNEKTÎ !
S. Îloz
One Minute Wan!
N. Çelîk
Girîngîya zimanê Kurdî û helwesta Karayilan
ARŞÎV | TÊKILÎ

Lempa Sor û Penaberê Kurd


Kurê Penaberê Kurd

lempeEzê Ezê ji we Lotikxaneciyan re behsa çîroka penaberê Kurd bikim.

Dibên; rojekê ji rojan, li welatê Swêdê, dayira penaberan agahdarî di derbarê Trafîkê de dida penaberan. Li ser saloxan, dibên; gava mamoste li ser lempê trafîkê diaxive, ji bo mijar ba? bê fahm kirin, xwestiye mijarê bi mînakan îzah bike.

Mamoste ji yê Kurd dipirse: - Ka bêje bê hûn Kurd ji kîjan rengî hez dikin.?

Yê Kurd dibê:’’ Em ji rengê sor hez dikin.’’

Her wiha mamoste ji yekî Ereb û yekî Suryanî jî heman pirsê dipirse:

- Ka bêjin bê hûn Ereb û Suryanî ji kîjan rengan hez dikin.?

Yê Ereb dibê:’’ Em ji rengê kesk hez dikin.’’

Ye Suryanî jî dibê: ‘’Em ji gengê zer hez dikin.’’ 

Li ser van bersivan  mamoste, dest bi dana derza xwe a li ser lempê trafîkê dike.

Mamoste:

-Ji bo agadariyên li ser vê derzê di bîra we de bimîne, ezê rêyek hêsan rê we bidim.

      –   Mesela, gava lempa sor ji peyan re pêket, mafê rê yê Kurda ye.

-   Gava lempa kesk pê ket, maf yê Ereba ye.

 -   Û her wiha gava lempa zer pê ket, maf yê Suryaniya ye.

Werhasil, mamoste derza xwe a li ser trafîkê xelas dike, ?agirt jî berê xwe didin kampên peneberan. Penaberên me, bi rê de rastî lempa trafîkê tên û hem jî lempa sor pêketiye. Kurdê me,  yekê nakê dido û xwe li rê digre. Bi tewfîqa xwedê, polis jî li miqabilê rê sekinîne.

Gava penaberê Kurd xwe dighîne texma polisan, polis bi berstuka wî digrin û jê dipirsin:

-Ma te nedî go lempa sor pêketibû.?

Penaberê Kurd, bi yek derbê destê  xwe davêje bêrîka xwe û ji polisan re dibê:

 - Belê babam min dî go lempe sor pêketibû, jixwe ji ber wê ez derbas bûm. Ha ji we re nasnama min, ez Kurd im!

Ev nivîs 428 carî hatiye xwendin


Yek şirove heye - “Lempa Sor û Penaberê Kurd”

  1. welle te xe?h kir lo..destê te saxbe….

Şirove bike