Ji bo xalê me Ehmed mêrê xwe berda, waweylêêê!

Reşoyê Darî Li ser bextê fitne û fesadên Hollywoodê be, dibêjin lotikvana germik û xweşik Angelîna Jolîe û mêrê wê Brad Pîtt hevdu anîne ber berdanê. Li gor jinkok...

Reşoyê Darî

Li ser bextê fitne û fesadên Hollywoodê be, dibêjin lotikvana germik û xweşik Angelîna Jolîe û mêrê wê Brad Pîtt hevdu anîne ber berdanê.

Li gor jinkok û minkok li ser tenûrên Amerîkayê dikin galegal, dibêjin gava Angelîna Jolîe hatibû bajarê Mêrdînê û serdana xalê me Ahmet Turk kiribû, ne bi dilekî lê bi heft dilan dil ketibû xalê me Ehmedê mala Sîno û mêrê wê Brad Pîtt li ber çavê wê reş bûbû. Piştî go Angelînka me vegeriyaye Amerîkayê jî eşq û evîna xalê me Ehmed Turk ji dilê wê derneketiye û ev evîna giran bûye sebeba ku Angelîna û mêrê xwe hevdu bînin ser berdanê.

Li gor serxweş û eraqvexwarên bajarê Calîfornîyayê dibêjin, xwedêgiravî Brad Pîtt pir ji xalê me Ehmed Turk hesidîye û wêneyên wî yên ku di sindoqa Angelîna Jolîe de veşartî bûn tev çîrvîrî hev kirine û şewitandine. Şewitandina wêneyên xalê me Ehmed Turk bûye zêdebûna ser kezebê, Angelîna Jolîe por û gijola mêrê xwe Brad Pîtt kişandiye û doza berdanê lê kiriye.

Ez serê we neêşînim, li gor saloxdanên sîxurên Lotikxanê, xalê me Ehmed Turk bi karîzma û bejindirêjîya xwe bûye sebebê hevduberdana Angelîna Jolîe û Brad Pîtt û malik li wan biriye mîratê wesselam..

Tew hinek jî dibêjin, Angelîna Jolîe nêta xwe xirab kiriye go rahije buxçika xwe û here li mala xalê me Ehmed Turk çongê xwe deyne erdê û bibe hewî jî..

Ne li ser bextê me be…

Mêrdîn

ahmet-turk-angelina Kopie

Categories
KadînQuncikReşoyê Darî
One Comment
  • Devo û Revo
    7 October 2016 at 20:16

    Hhhhhh …. Çi reng e ji nûçeyên veşartî ne … Waw kuro

  • Leave a Reply

    *

    *

    RELATED BY

    • STRANA MEZRA BOTAN

      Mezra Botan.. Tu karî bêjî berî niha bi çend hezar salan tiliyên me di zeviyên te de şûn vedane. Ka bihêle ku dîroka derewîn li berxwekeve, bê ji hewdikê...
    • Kız Kereçi Xatun Olmaz!

      Mêro boxboxakî mêran bû, çû dil ket qîza qereçî, wek yê ku heft salan dil ket çavên beqê! Di bîr û baweriya wî de, wê keçika qereçî jê re...
    • Amerîka bi mastê Kurdekî têr dixwe

      Hesen Almas Nebêjin mast bi kêrî tiştekî nayê û meriv bi firotina mast dewlemend nabe. Kurdê Ezircanê û paşayê eşîreta mastê “Chobanî” ê AmerîkayêHamdî Ulukaya, bi firotina mast bûye...
    • Ekolojîk hevaller

      Hevallerên me ji bo go serê Kurdan bişon û wan ji bîr û hizrên netewayetî dûr bixin, ji 101 bîran avê dikêşin, wan bi fikir û îdeolojîyên berî hezar...
    Lotikxane