Silhedînê me dîsa çû tewafê

Hevserokê HDP, xortê lihevhatî û seksî  Selahattin Demirtaş, tevî şandeyek qerase berê xwe da Hewlêrê û ji alîyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve li ser xalîçeya sor hat pêşwazîkirin. Bi vê serdan û pêşwazîkirina bi xalîçeya sor, hinek Kurd rakirin ser tapana û ji kêfan re dê weledê xwe avêt. Ev serdan ji alî hinek Kurdên xeyalperest û xwelîser ve wek destpêka yekîtîya Kurdan hat nirxandin û dilê xwe xweş kirin. Lê di eslê xwe de lotikek wek lotikên berê ye û tiştek jî nehatiye guhertin. Çi cara ku cîh li hevallerên me teng dibe û ketine tengasîyê, wan sixêf, dijûn û tohmetên ku ji Mesûd Barzanî re digotin, ji bîr dikin û berê xwe didin tewafa Hewlêrê, xwe davêjin ber lingên Barzanîyê xayîn û şirîkê AKP (!) ( ji qewla wan ve yanî).

cemil-cewher

Axir, çi cara ku şandeya HDP ji Hewlêrê vedigere Enqerê û Amedê, Barzanî yan dibe xayîn, yan jî şirîk û hevkarê AKP û MÎTa Tirk. Heta li Hewlêrê bin, Barzanî serokê Kurdan e. Lê ku karê xwe qedandin û vegerîyan Enqerê, çapemenîya hevallerên me dîsa dest bi tohmet û sixêfên xwe dikin. Ê helbet bêhna Barzanî jî wek behrê ye xwedê jê razî, dîsa mezinbûna xwe nîşan dide û li ser xalîçeyên sor pêşwazîya hevallerên me yên demokratîk û ekolojîk dike.

Helbet têkilî û tifaq ji Kurdan re pêwist e, şert e. Lê têkilî û tifaqa ku bê prensîp û li ser bingeha xapandin û dek û dolaban bê danîn, bê bingeh e û zû diherife, Kurdan xeyalşikestî dike. Ev jî ji ziyanê pê ve tiştekî nade Kurdan, tu xêrê ji wan re nayne.

Werhasilî kelam, di hevdîtina Silhoyê me û Barzanî de, Selahattîn Hesintaş ragihand ku, „Çavê me li wê yekê ye, ku Serok Barzanî hewlên xwe ji bo destpêkirina pêvajoya aştîyê bixe tevgerê û wek birayê mezin jî piştevanîya pêvajoya diyaloga navbera alîyan bike.” Yanî, pêvajoya aştîyê ya navbera dewleta Tirk û PKK.

Ê baş e qardaşim, Barzanî berê jî bûbû qasidê pêvajoya aştîyê û pêvajoyek germik û nermik dest pê kiribû. Çima hûn bûn sebeb ku ew pêvajo beravêtî bibe? Em bêjin AKP û sermezinên wan pêvajo têk birin û beravêtî kirin, çima we rê ji wan re vekir, we derfet ji wan re çêkir û we bi şerê xendek û koncalan pêvajoya şer da destpêkirin? Madem hûnê vegerîyana serê rê, ev çi lotik û zîtirkên beredayî bûn ku bû sedema kujtina bi hezaran xort û keçên Kurd û wêrankirina bajarên Kurdistanê cîgerim?

Selahattînê me herweha gazind ji çapemenîya Kurd jî kir û got: „Binerin oxlim, ji bo serxistina diyalogê berpirsiyarî dikeve stuyê hemû alîyan. Xortên Kurd di çeperên bergirîyê de axa Kurdistanê diparêzin, lê belê mixabin rola medyaya Kurdistanî di xizmeta biratî û hemahengîya navbera alîyên siyasî de nîne, serkirdeyan jî dêşîne û xelk jî ji wî zimanî bêzar in. Ji ber wê jî, pêwîst e pêngava yekem a diyaloga alîyan bi rêya guhertina zimanê axavtina medyayê dibe û divê medya bikeve xizmeta biratî û diyaloga alîyan, ne ku bibe beşek ji arîşeyê” filan û fîstan.

Welle û bille rast e!

Ê de xwezî te ev gotin rasterast ji çapemenîya xwe re jî, ji çapemenîya hevallerên me re jî bigota hevalê Silhedîn. Ma çapemenîya kê ji Barzanî û PDK re her roj dijûnan dide û wan dike xayîn, kezebo?

Ez serê we û xalê xwe Silhedîn neêşînim, têkilî û tifaqa Kurdan baş e, pêwist e û şert e. Xwezî ev gotinên Silhedînê me pêk bên û çapemenîya ku di bin desthilatdarî û kontrola çepên Tirko de ye, dev ji dijminatîya navbera Kurdan berde, destê xwe ji pêsîra Kurdan bikşîne û me Kurdan xwe bi xwe bihêle.

Ê de serdana Silhedînê me û şandeya HDP li ser xêrê be, xwedayê erd û ezmanan wan çep û çeqilmastên Tirko ji ser serê me bicehimîne û me ji wê toqa naletê azad bike rebbî!

Hewlêr

About The Author