De werin li vê sosretê, li vê şorba Kemalîzmê binerin û bifikirin.
Çima ku navê paşayekî Osmanî li pira ku wê li Stenbolê çêbibe dikin û çima ku wê çend darên parka li Taksîmê jêkin û parka seyranê li wê herêmê çêkin, xortên serxweş û xwîngerm rabûne ser tapana û dest bi şoreşa „ekolojîk û mekolojîk“ê kirine.
Li Kurdistanê navê kerxanecî Misto li ser piranîya dibistan, kolan û parkan hatiye lêkirin. Ew Kemalê ku qesasê serê Kurda ye. Lê kesek dengê xwe ji vê bûyerê re nake. 4 hezar gund, bi milyonan dar û daristanên Kurdistanê hatin şewitandin, kesekî dengê xwe jê re nekir. Lê ji bo navê paşayekî Osmanî û ji bo jêkirina çend darên hola Taksîmê, çepên Kurd û Tirk (yanî Kemalîstên Kurd û Tirk) didin lotik û zîtirkan û Tirkîye kirine wek hola garanê.
Kemalîstên me dengê xwe ji „Balafirxana Sabîha Gokçen“ re nakin ku bi balafira xwe Dersim şewitand û Kurd qirkirin. Lê karin bi Kemalîstên Tirk re ji bo darên meydana Taksîmê dest bi zîtirkan bikin û bi def û zirne wêneyên serokên xwe bînin cem hev.
Îcar tê derxin gelî lotikvanan:
Ferqa navbera herdu wêneyan (başqan Ocalan û serok Atavirqo) çiye?
Heçê tê derxe, emê navê wî bi tîpên zêrîn li ser „Lotikxane koprîsî – pira Lotikxanê“ binivîsin.
De yallaaaaaaaa….
Stenbol
Mazlûmê me got: Bê tifaq jiyan nabe!
Ha bratîya gelan, ha bratîya mişk û pisîkê
Erê keçel e, lê qeraseyekî zilama ye