Jun 30, 2013

Monat: Juni 2013

Heçê Kurdan bikuje mala wan ne ava!

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Dibêjin „Kurmê darê ne ji darê be zewala darê nîne„. Îcar ev jî mesela me Kurda ye. Kurd ji herkesî zêdetir dijminê qewmê xwe ye. Ji xelkê re hêkan lê ji xwe re zelqan dikin. Ji xelkê re masîyan lê ji xwe re kûsîyan digrin. Qewmê kewê ye wesselam. Ne li ser bextê me be, […]

Wey li ser xêrê be Mêrdîna rengîn!

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 0
Li bajarê Mêrdînê beşa Peymangeha Kurdolojiyê ya Zanîngeha Artukluya Mêrdînê, di dîroka bakurê Kurdistanê de yekemîn car mezûnên xwe da. Xwendekarên Kurdolojiyê ya Zanîngeha Artukluya Mêrdînê, mezûnîyeta xwe bi coşî pîrozkirin û kumê xwe yê mezûnîyetê avêtin hewayê û ji kêfan re dan lotikan. Di vê mezûnîyetê de 500 xwendekarên serketî bawernameya xwe stendin û bûn […]

Dilbixwînê me mohra xwe li ser qûna Zuhbî xist

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Di televîzyona Rûdawê de, Dilbixwîn, Kezeb û Gurçikbixwîn, hevpeyvînek dîrokî bi wezîrê ragihandinê yê rêjîma Sûrîyê (Umran Al Zuhbî) re çêkir û bi qesem mohra xwe li ser qûna Zuhbî û serokê bavê Zuhbî xist. Di dema ku hîn Sedam li ser xwe bû û lotikên bê-îman li vî alî û wî alî didan, dibêjin […]

Ji bo çapemenî û raya giştî ya Kurdistanê

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Em,  Şêx Seîd û Rêhevalên wî yên ku di serê avakirina Komarê de, li hemberî înkara telebên însanî û Îslamî yên xelkê Kurdistanê serî hildan û di vê riyê de ji aliyê Rejîma Kemalîst ve 88 sal berî niha bi dardekirinê ve hatin Şehîdkirin, bi rehmet û minnet yad dikin. Çu meşrûiyeta qerarên îdamê yên […]

Milyonek û ne tiştek canekem

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Li ser bextê fitne û fesadên bajarê Hewlêrê be, dibêjin Serokê Tevgera Goran Noşîrwan Mistefa li bajarê Hewlêrê bi milyonek dolar malek (xanîyek) kirîye û kêf kêfa wî ye. Li gor saloxdanên sîxur û ajanên eşîreta Lotikxanê, dibêjin xalê me Noşîrwan Mistefa cot û paleyî kiriye û ew milyon dolar qezenc kiriye. Û hinek jî […]

Kek Nêçîr eynen wek Lotikxanê axivî

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 0
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kek Nêçîrvan Barzanî, di merasima îmzekirina girêbesta çêkirina kempa zanîngeha Selahedîn a Hewlêrê de diyar kir ku xwendin û perwerde ji bo Kurdan ji her tiştekî din girîngtirin û destnîşan kir, divê reformên bingehîn di sîstema perwerdeya Herêma Kurdistanê de bê kirin. Wele kek Nêçîr Lotikxane jî sedî sed wek te difikire. […]

Pêvajoya yekalî!

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 1
Em baş dizanin ku artêşa tirk li ser kuştin an jî birîndarkirina leşkerekî êrişî xaka Kurdistana Başûr dike û bi behaneya baregehên PKKê newal û çiya û jîngehê bombebaran dike, dibe sedemê mirin, herifandin û koçberiyê. Encamên wan êrişan hêj bi giştî nehatine berhevkirin. Sûriyê firokeyeke şer a Tirkiyeyê bi ser deryayê de anî xwarê […]

Kuro ma Kurd û demokrasî!

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Ne li ser bextê me be, li ser bextê Al Partî û hinek fitne û fesadên bajarê Efrînê be. Dibêjin YPG a PYD li Efrînê, li gundê Şêx Hedîd, êrîşî mala berpirsiyarekî Al PArtî kirine, ew girtine, lingên wî xistine felaqê, êşkence kirine û ew avêtinê ser rêyekê. Li gor daxuyaniyek Al Partî, hevalê wan […]

XWARİNA WE PÎVAZ VEXWARİNA WE GAZ BE !

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Li ser bextê fesad û zindîqên paşverû be, dibên Recebo ferman daye ku gazeke taybet bê çêkirin. Gaza bê çêkirin him helale û him jî pîroze, netirsin ! Formula gazê: Vir û derewên Melîh Gokçek, fisên Bulent Arinç, tayek simbêlê Evilqadirê Aksu, wê bi mîza Huseyîn Çelîk, Ocalan, Sirî Sureya û Silhedînê me  bê sitrandin. […]

Wêne ji me, şirove li we

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 2
Naûz û bîllah! We dîtiye ku „gur û mîh“ bi hevre çêrane? We dîtiye ku „mişk û pisîk“ bûne destbirakên hev? Hûn bawerin ku wê „Kurd û Tirk û Virq“ bibin wek goşt û nenûkê? Gelo ev alametên qiyametê ne, yan ehmeqî û bêaqilî ye? Yan jî evîne Mem û Zînê, evîna Ferhad û Şîrîn […]

Xort û qirawat

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 3
Xalê Mihemed kokim û yextiyar bû, lê wî tucarî xwe di rêza kokiman bernedida,her xwe di rêza xortan de berdida. Ji ber wê  gundîyan navî wî kiribûn „xort“. Min bi xwe jî wek piranîya gundîyan navê wî yê rastî nizanîbû, me hemiyan jê re digot xort. Memostayê gund jî pê hisiyabû ku xort gelekî li xwe […]

PDK-Bakur a „sifir kîlometre“ kongreya 11. li dar xist

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 1
Belê, PDK-Bakur bûye benîştê devê xelkê û lîztika zarokan. PDK-Bakur a ku xwe „%100 orîjînal û sifir kîlometre“ dibîne û ji pêvajoya 1965an tê, kongreya xwe ya 11. li hundurê welêt li dar xist û lotikek avêt. PDK-Bakur kongreya xwe ya 10. jî li welêt çêkiribû. Lê îro halîhazir du PDK-Bakur hene. Yek orîjînal a […]

Xêrnedîyo!

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Yekî mesîhî di ber sikratê de nalenala wî ye. Berî ku ruh jê here, ji tirsa qûnê dibe misilman û piştî dibe misilman kêlîyek derbas dibe nabe dibê tirt û dimre. Dîya wî li ber serê wî rûniştîye û lavlava wê ye him li xwe dixe, him digrî, him jî dûrikan dibêje: -Xêrnedîyo! Xêrnedîyo! Ne […]

DAXUYANÎYEK TAYBET

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
ji bo hemû nivîskarên ku bi kurmancî dinivîsin Ev demek dirêj e ku lêkolînek min li ser berhemên kurmancî didome ka çiqas berhem (pirtûk, kovar, broşîr û filîm), bi çi naverokê, ji aliyê kê ve hatine nivîsandin/amadekirin, di kîjan tarîxê de û li kurê çap bûne, didome. Ji hemû nivîskarên ku bi kurdiya kurmancî dinivîsin […]

Ji xwe emê paşîyê di dêya hev nin

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 1
Zekîyê Hiznîyê Gewro ji xwe re traktorekê dikire û li gundên der û dora xwe bi heqê xwe barê xelqê dikişîne. Zekî debara mala xwe bi vî karî dike. Rojekê camêrek tê û dibêje: „Kekê Zekî, me titûna xwe çiniye û divê ku em bînin malê. Eger karekî te ê din tunebe, tu werî titûna […]

PARKA GEŞTÊ BÊHNA GENÎ JÊ TÊ

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Ev bû hevdeh roje, hezkirîyên xwezayî ji bo parka geştê rabûne pîya. Fersend ev fersendbû kete destê cewrikên ergenegûyan. Xwestin vê berxwedanê bikin bin kontrola xwe û tira li Recebo bikin fis. Hinek Kurdên bê hiş jî bûn lîztikvanên wan, govenda gur û dêleguran geş kirin. Posterên Ocalan û yê Atavirqo li rex hev li […]

PDK-Bakur û “rêbaza Barzanî rêbaza me ye”.

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Ev demek dirêj e ku ez dixwazim li ser gotina “rêbaza me rêbaza Barzanî ye” “em li gor rêbaza Barzanî tevdigerin” binivîsim. Kesên ku li ser navê xwe yan rêxistina xwe van gotinan dikin, dibêjin qey tiştek nû xuliqandine! Ez bi xwe di wê qeneetê de me ku ev kesana bixwe nikarin naveroka gotinên xwe […]

Vê fersendê bernedin zimanzannoooooooo!

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 5
Lotikvana germik û nermik, delala ber dilê xortên 18 heta 80 salî, bedewa tenûrgerm û doxînsist Joanna Pena, ji zimanên biyanî pir hez dike û hema bêjin dixwaze her zimanî fêr bibe. Joanna Pena, van heyaman hilfa xwe berdaye ser zimanê Kurdî (bi taybet zimanê Kurmancî çunkî ku Kurmancî fêr bû û pêveka „kan“ bi […]

Heke rast be xwedê da me

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 4
Li ser bextê fitne û fesadên bajarê Hewlêrê be, dibêjin serokê Kurdên sererd û binerd sayin başqan Ocalan nameyek germik û nermik ji serokê Kurdên dinya û axretê serok Barzanî re şandiye û vê nameyê Kurd xistine nav kelecanê. Li gor sîxurên objektîf û sûbjektîf ên Partî Demokratî Lotikxane dibêjin, dibêjin başqanê me di nameya […]

Evdo û Çend Bêhnikên Şadîyê

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 0
Ez Evdo, Kurdê ne wek tu Kurdan, penaberê ne sîyasî. Ji ber zalimî û bêûjdanîya Xwedayê yekxwedayîtîyê hatime di Parîsa xopan re derketime. Di 16 ê Adara 1988 an de jîyan li min bû dojeh. Di 16 ê Adara 1988 an de dil û hestên min bi ber bayê jehra xerdalê ket û li ser […]

Cibra-îl bi xwe jî nikare sînor veke

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 1
Dibêjin rojekê Xwedê ji Cibra-îl xwestiye, biçe ser erdê, binere bê ka rewşa Kurdan çiye. Ji ber ji dema ku wî ew afirandine haya wî ji wan nemaye. Cibra-îl jî bi çend milyaketên qerase daket erdê, li nav Kurdan geriya, rewşa wan fam kir û vegeriya ba Xwedê û raporta xwe pêşkêş kir. Xwedê jê […]

Xalê Huseyn û çalakî

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 2
Huseynê me yê Omerî yê dengbêj,ne tenê bi stran u dengê xwe bi henekên xwe jî naskirî ye. Rojekê li cem me mêvan bû, me henek dikirin min jê pirsî: Xalê Huseyn ew mesela li Edenê, gava ji bona dêya Apo hûn çûbûn ber deryê nexwesxanê çawabû? Got: Erê kuro!!! Em li qehwexanê bûn, hemû […]

Ma kî ji bo wê jina xwe bernade?

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 0
Serokê Rûsya cîgerim Wiladîmîr Pûtin, jina xwe ya ku 30 salî pê re lotik davêtin, ji bo xatirê jinek 29 salî û şampîyona  jîmnastîkê Alîna Kabaeva berda. Alîna Kabaeva niha parlamenter e û heta niha wek yek ji wan jinên gelekî nêzîkî Pûtin dihat û tê naskirin. Li gor hinek fitne û fesadîyên meclîsa Moskovayê, […]

Eyşokê wa Eyşokê Eyşoka Romanî!

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 2
Belê kezebno, şaredara bajarê Nisêbînê, ewa ku bi paraşûtê daket Nisêbînê û ji kîsikê “tombala” ji Nisêbînîyan re derket û bû bela serê wan xwelîliseran, ji Stêrk TV re axivî û çend lotik û zîtirkên dûrî Kurdayetîyê avêtin, xwelîya heft gundan li serê 101 bavê Kurdan kir. Eyşoka Ruhayî di axavtina xwe de got ku […]

Ma em ji Eyşika Ereb in kek Nêçîr?

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 0
Serokwezîrê Kurdistanê kak Nêçîrvan Barzanî, piştî serdana xwe ya çendrojî ya li Silêmaniyê di preskoneferansekê de behsa serdana xwe kir û got: “ Hikûmeta herêma Kurdistanê, ne PDK, tixûb daxistiye. Armanc ji vê yekê gelek diyar e. Eger PYD wisa hizir bike ku wê rê jê re bê dan xwe li ser prosesa siyasî û […]

Werin memik û qûnên tazî!

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 0
Belê, pêşbirka qûn û memikên tazî mabû wa ew jî derket mazatê. Li Danimarka pêşbirka ku niha tê ser ekranan, di dîroka pêşbirktîyê de tiştekî nedîtîye. Jinên pêşbaz, bi bornoz derdikevin pêşberî jûrî ku jûrî ji du kesan pêk tê û her du jî mêrên xiyarto ne. Jin bornoz ji ser xwe davêjin, tiştik û […]

Ji Çalakîya Taksîmê çend lotik

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • Comments Off
Sirri Sureyya Onder bi dizîka çû Taksîmê, qûna xwe danî ser gîhayê parka Gezîyê û fisek pê de berda. Bêhna mîratmaya wê fisê mîna xerdala kîmyevî ya Sedam Hisên di hundirê bîst û çar saetan de li seranserê Stenbolê belav bû… Ji ber ku fis fisa Sirri abê bû û hal hazir Sirri abê jî […]

Kemalîstên me bi def û zirne hatin cem hev

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 0
De werin li vê sosretê, li vê şorba Kemalîzmê binerin û bifikirin. Çima ku navê paşayekî Osmanî li pira ku wê li Stenbolê çêbibe dikin û çima ku wê çend darên parka li Taksîmê jêkin û parka seyranê li wê herêmê çêkin,   xortên serxweş û xwîngerm rabûne ser tapana û dest bi şoreşa „ekolojîk […]

Milletekî dijî xwe

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 0
Çiqasî mirov bi hûrbînî li rewşa Kurdan dinêre, ewqasî mirov pêrgî diyardeyên nû tê ku carekê ji caran nebûne cihê gengeşî û gotûbêjan. Bi gotineke din, roj bi roj tê xuyakirin bê çiqasî hewcedariya me bi lêkolînên di hemû waran de heye. Ji qada civakî, çandî û derûnî bigire, hetanî bi qada siyasî ku hem […]

TE ME JI MÊRANÎ DE XIST

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • Comments Off
Ji bo serxweşîyekê ez û Wahab, kirîvê wî Basrî û bavê Wahab Îsmaîl em li trimpêlê siwar bûn. Ez û Îsmaîl em li dawîyê rûniştin. Wahab trimpêlê diajo, Basrî jî li rex wî rûniştî bû. Wahab wek brûskê bi rê ket, wexta li çal û korta dixe tekerên trimpêlê ji erdê diqete. Kekê Îsmaîl ji […]