PDK-Bakur a „sifir kîlometre“ kongreya 11. li dar xist

Belê, PDK-Bakur bûye benîştê devê xelkê û lîztika zarokan. PDK-Bakur a ku xwe „%100 orîjînal û sifir kîlometre“ dibîne û ji pêvajoya 1965an tê, kongreya xwe ya 11. li hundurê welêt li dar xist û lotikek avêt. PDK-Bakur kongreya xwe ya 10. jî li welêt çêkiribû. Lê îro halîhazir du PDK-Bakur hene. Yek orîjînal a pêvajoya 1965 an û ya din jî ya „fîftî fîftî orîjînal“ ya pêvajoya 1992 an.

PDK-Bakur a „fîftî fîftî orîjînal“ li Kurdistana Soranistanê kongreyek ji piranîya kesên ku bêhna PDK jî ji wan nedihat çêkiribû û dabû lotikan. Ê helbet hinek Beko Ewanên başûrî jî beşdarî vê kongreya „fîftî fîftî orîjînal“ bûn û nîfaq xistin nav PDK-Bakur û rê li ber yekîtîya patîyê girtin, çend kevirên ku li ser hev mabûn jî herişandin.

Axir, îcar em bên ser mesela „orîjînalîte û sifir kîlometrebûnê„.

PDK-Bakur a ku xwedêgiravî xwe xwedîyê pêvajoya 1965an dibîne, wek trimbêla „Mercedes“ a sifir kîlometre ye. Lê hingî tu kar û xebatekê nakin û wek tiralên Bexdayê ling avêtine ser ling, ew Mercedes a „sifir kîlometre û gicir gicir“ li ber devê derî zingar girtiye û zarok her roj dolabên wê diteqînin, camên wê dişkînin û hetta pê de dimîzin jî. Erê Mercedes sifir kîlometre ye, lê jihevdeketî ye, carna „qontaq“ dike û carna jî nake. Lê xwedê heye, „qorne û pîpîka“ wê temame haaaaaa, wek dengê „sîrenên trimbêlên polîs û ambûlansê“ ye ellahwekîl.

Dibêjin rojekê zilamek diçe ji xwe re „kamyon„ekê bikire. Zilam kamyona xwe dikire û tê gund.

Gundî dinerin çi bibînin hayhoooooo, law ne kamyon e, tertoqek xerabe û jihevdeketî ye, ne dişibe kamyonan û ne jî dişibe tirektoran.

Gundî jê dipirsin:

– Kuro ev çiye oxlim, niha te perê xwe dane wê tertoqê?

Xwedîyê kamyonê simbêla ba dide û bersivê dide:

– Wilo lê nenerin, hûn nizanin bê çi qorne li ser e, peeeekkkkkkkk!

Îcar wilo lê nenerin, qorna Mercedes û kamyona PDK-Bakur jî qorne ye haaaaaa, xwedê heye. Erê jihevdeketî ye, lê bawer bikin „wîqe wîqek“ temam jê tê.

Werhasilî kelam, gava em van gotinan dibêjin û PDK-Bakur didin ber lotik û zîtirkan, helbet ji dilêşîya me, ji kezebşewitîbûna me ye. Heke PDK-Bakur PDK bûya, wê îro ne wek „kamyona xerabe“ bûya. Dibêjin: „Pisîk ne li mal e, mişk Evdirehman e“. Ma go PDK-Bakur li meydanê hebûya, wê kesekî wêrîbûya „korsantî“ bikira babam?

Axir, PDK-Bakur (Platforma Kurdên Demokrat-Bakur) îro di qada legal de baş xerab lotikan davêje û deng ji xwe tîne. Hêvîdarim PDK-Bakur a orîjînal jî êdî ji pişt çît û perdeyan derkeve, ji zimandirêjîyê wêdetir, êdî dest bi xebatê bike û gavên berbiçav bavêje derûdorê.

—————

Aha ji we re daxuyanîya kongreya PDK-Bakur a orîjînal.

 

PDK-Bakur li welat konferansa xwe çêkir

Partiya Demokrat a Kurdistan-Bakur (PDK-Bakur) 11emîn Kongreya xwe di nav welêt de, li Bakurê Kudistanê civand.

PDK_Bakur KopiePDK-Bakur di sala 2010 an de, Kongreya xwe ya 10 emîn jî li Bakurê Kurdistanê pêk anîbû.  Biryar ew bû ku rewş û merc rê bidin, Kongreya 11emîn wê di nav salekê de bihata pêk anîn. Lê mixabin, ji bo mercên taybet û herweha ji bo hinek grubên tehrîbkar me di dema pêwîst de nekarî kongreya xwe pêk bînin.

Wek tê zanîn berî demekê, hinek kesên ku piraniya wan ne endamên partiyê ne. li Başûrê Kurdistanê hatin komkirin û li ser navê partiya me civînek bi navê ”kongre” hate lidarxistin.

Ev bûyera li Hewlêrê rûdayî û rewşa siyasî ya dawîn di Kongreya11 emîn de, bi berfirehî hate gotubêj kirin û nirxandin. Di Kongreyê de, bi yekdengî ew helwesta ne rewa hate şermezarkirin û mahkûmkirin. Herweha, di vê derbarê de helwesta PDK-Başûr jî hate şirovekirin û nirxandin.

Kongereya me di vê derbarê de ev nirxandin kir:

PDK-Başûr partiyek bira ye û her tim ji bo me wê wek partiyek bira bimîne.

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo tevahiya Kurdistanê û neteweya Kurd bûye merciyetek siyasî. Herweha, ev ji bo partiya me jî bi vî awayî ye.  Mixabin hinek kadirên PDK-Başûr di nav karê partiya me de destdirêjahî kirine; di cihê helwesteke erênî de, ji bo qewîkirina yekitiya partiya me, îrada meşrû ya partiya me binpê kirine. Li gor daxwaza xwe, wan hinek kesên ku ne endamên partiya me ne, kom kirine û bi navê partiya me “kongreyek” bi wan dane kirin. Em hêvîdar û li benwê ne ku ev rastî wê rojekê ji aliyê PDK-Başûr ve jî bête zelal kirin. Ew çewtiya hinek ji wan kesan ku li ser navê serokê Kurdistanê kirine jî wê bête zelalkirin.

Dema em wan kesên ku qaşo di “kongreya 10ê” de, li Başûr amade bûne baş binirxînin wê ew kesên PDK-Başûr jî baştir bibînin ku çi xeletiyek dîrokî kirine. Lê helwesta wan çi dibe bila be, em meşrutiyeta partiya xwe ji doza rewa ya miletê Kurd, ji endam û pitştgirên partiya xwe bi giştî ji miletê Kurd distînin. Vê bûyera Hewlêrê careke din di bîra me anî ku em divê herûher bawerî bi xwe û bi gelê xwe bînin.

Di kongreyê de hate destnîşankirin ku partî wê li ser yekitiya xwe kar û xebatê bike. Wek PDK-Bakur em wî kar û xebata xwe bi awayekî şefaf û zelal bikin.

Di kongreyê de: pêvajoya sekinandina şer li Bakur û li Tirkiyê erênî hate nirxandin. Sekinandina şer wê bihêle ku rewşa awarte ji holê rabe û wê civat bikeve pêvajoya normalîzekirina jiyanê. Herweha, xala herî girîng ew e ku wê êdî siyaset ne di bin siha çekan de bête kirin. Siyaseta di bin tirsê de tê kirin tu caran nikare rastiya xwe bibîne.

Di vî şerî de dewleta kûr û dezgehên tarî di civatê de tehrîbatên mezin peyda kirine; sekinandina şer dibe kutahiya gelek bûyerên xirab. Lê li hêlek din PKKê ji bo çareseriya pirsa Kurd tu daxwaz nekirine û dixweyê ku tu derdekî wan bi vî awayî jî tuneye. Armanca PKKê ji serxwebûna Kurdistanê daketiye azadiya Öcalan.

Rojhilata Navîn di qonaxeke gelek taybet re derbas dibe. Rewşa siyasî û bûyerên li herêmê peyda dibin, bûne sedemek ku nexşa herêmê ji nû ve tê çêkirin. Di vê pêvajoya ku li Rojhilata Navîn sinor ji nû ve têne danîn de, rola Kurdan gelekî girîng e. Ji ber ku desthilatdariya Başûrê welatê me di vê pêvajoyê de rolek taybet heye.

Ev cara yekem e ku Kurd bi hêza xwe dikarin di vê pêvajoyê de guhertinê bikin.. Bêguman destkeftiyên îro li Başûrê Kurdistanê hene di dîroka nêzik ya siyaseta tevgera Kurd de destkeftiyên herî mezin in. Herweha, Başûrê Kurdistanê ji bo berjewendiyên netewî li beşên din yên Kurdistanê jî bûye demanek mezin. Ji bo parastin û destkevtiyên netewî pêwîst e her Kurdek statuya Başûr wek bîboka çavê xwe biparêze.

Rojavayê Kurdistanê jî di pêvajoyeke gelek hesas re derbas dibe. Piştî destpêkirina şoreşa Suriyê hetta niha gelemperî herêmên Kurd bi awayekî hatine paraztin. Kurdên Rojava bi piştgiriya Başûr di nava xwe de yekitiyek pêk anîne. Lê mixabin hin endamê vê yekîtiyê gelekî guh nadin van peymanan û bi piştgiriya rejimê li herêmê dixwazin bi serê xwe û tenê bibin desthilat. Ew guh nadin peymanên Hewlêr. Eger ew guh nedin peymên Hewlêrê wê bibe sedemê têkçûna yekitiya Kurdan li Rojava. Em parstina herêma Rojavayê Kurdistanê li himber êrîşên rejimê û herweha li himber êrîşên grubên terorist yên opozisyonê wek erkek netewî dibînin.

Li Rojhilatê Kurdistanê em bi hemî awayî pişgiriya tekoşîna gelên Kurdistanê yên ji bo bidestxistina mafên netewî dikin û dilê me li gel birayên me yên Rojhilat e.

Li Bakurê Kurdistanê pirsa yekitî û hevkariyê wek her demî, pirseke rojane û girîng e. Lê vêca divê di vê pirsê de mirov rastiyê bibîne. Partiyek, grubek nikaribe di nava xwe de zelal be, di daxwaziyên xwe de ne vekirî be  gelo wê çewa behsa yekitiya nav Mala Kurdan bike? Eger kesek bi xwe ne demokrat be, wê çewa doza demokrasiyê ji bo miletekî bike?

Ji bo vê yekê, zihniyetek ku îrada serbixwe û azadiya kesayetan gelekî girîng e. Em bi hemî awayî ji bo destkeftiyên netewî ji bo maf û berjewendiyên gelê Kurdistanê û ji her yekitiyekî re amade ne. PDK-Bakur ji bo destkeftiyên netewî li Bakurê Kurdistanê, di mercên îro de, rêya diyalogê  û metowên demokratik bingeh digre. Kongreya PDK-Bakur a 11 emîn li ser bingeha xwedîlêderkrtina li nirxê, destkevtî û mafên netewî destê xwe dirêjî hemû aliyan dike.

Em cardin dixwazin bidin diyarkirin PDK-Bakur tu cara ji derveyî îrada xwe a azad, wê ne li gel tu cureyên pêwendiyan be. Kongreya 11 emîn, wê Kongereya Korsan ku bi navê ”kongreya10ê ya PDK-Bakur” hatiye kirin û ew kesên ku bi awayekî ne huqukî pişgiriya wê korsaniyê kirîne bi tundî şermezar û mehkum dikie.

Partiya me li ser rêbaza Barzaniyê nemir e.
Em li ser  rêbaza Kurdeyatiyê kar û xebata ji bo bidestxistina mafên rewa yên miletê Kurd tekoşîna xwe didomînin.

Kongreya PDK-Bakur ya 11 emîn li neteweyê Kurd pîroz be!

 

 

About The Author