Ji xwe emê paşîyê di dêya hev nin

Zekîyê Hiznîyê Gewro ji xwe re traktorekê dikire û li gundên der û dora xwe bi heqê xwe barê xelqê dikişîne. Zekî debara mala xwe bi vî karî dike.

Rojekê camêrek tê û dibêje: „Kekê Zekî, me titûna xwe çiniye û divê ku em bînin malê. Eger karekî te ê din tunebe, tu werî titûna me bînî malê heqê te çi bigre emê bidin te û em heta sax bin qencîya te ji bîr nakin“.

traktor

Zekî dibêje: „Li ser seran û li ser çavan, ez çawa nayêm, ji xwe karê min jî ev e“.

Radibin li traktorê siwar dibin û bi rê dikevin. Dema traktorê bar dikin, Zekî dibîne ji bona ku sefer zêde nebin bar zêde bilind dikin.

Zekî dib: „Heyran we zêde bar kir, bi vî awayî traktor nagihîje mal, wê römork bikulube wî“.

Lê kes guh nade Zekî û bar bilind dikin.

Dema ku bi rê dikevin, çend kes jî li ser bar siwar dibin.Wexta ku traktor di serejêrekê de xwe berdide, römork dikulube û ew xortên ku li ser bar siwar bûbûn jî di binê bar de dimînin. Îcar di wê geremolê de, ji ber ku Zekî ajovan e, kî ji binê bar derdixin ya şemaq yan jî kulmekê dadiweşîne Zekî.

Zekî ji hêrsan dike biteqe, berê xwe dide wan û dibêje: „Kuro lawo bisekinin, em pêşî ê ku di binê barde mane derxin, ji xwe emê paşîyê di dêya hev kin“.

Îcar xwendevanên hêja, aha halê me Kurdan jî ev e.

Hê Kurdistan di bin zilm û zora dijmin de ye, em şemaq û kulman davêjin hev. Niha dest bidin hev û pev neçin yabo, kengî me Kurdistan azad kir, ji xwe emê di dêya hev nin wesselam.

Êlih / Batman

About The Author