ŞÊX ŞAKIR

Şêx Şakir ji Mêrdînê ye lê li ser hemû benan dileyîze. Li Mêrdînê qursa qeşe/keşetîyê vedibe, Şêx Şakir diçe wê qursê û dîploma qeşetîyê jî dike berîka xwe.

Rojekê camêrek xwedîyê du jinan ( ji ber ku li cem jina nû lê ranabe )  xwe digehîne nîk Şêx Şakir ku ji derdê wî re çareserîyekê bibîne û derdê xwe jêre dibêje.

Şêx dibê: Naxwe li cem jina kevin li te radibe û li cem ya nû ranabe?

Camêr : Belê şêxê min wusaye.

Şêx : Tu cihê herduwan li cem hev deyne û perdekê bikêşe navberê, li ba ya kevin rake û li ya nû siwarke xwedêjêrazî, ma ji vê hêsantir çi heye.

 

About The Author