Ji Çalakîya Taksîmê çend lotik

Sirri Sureyya Onder bi dizîka çû Taksîmê, qûna xwe danî ser gîhayê parka Gezîyê û fisek pê de berda.
Bêhna mîratmaya wê fisê mîna xerdala kîmyevî ya Sedam Hisên di hundirê bîst û çar saetan de li seranserê Stenbolê belav bû…

foto apo-atatürk
Ji ber ku fis fisa Sirri abê bû û hal hazir Sirri abê jî parlamenerekî kurd e, berî her kesî kurdan bi eşqa darparêzîyê xwe li Taksîmê qewimandin…
Govend xweş gerîyabe û kurd nebin koçek û di serî de xwe nehejînin, kil nekin, ma qey dibe, diserife. Ez serê we neêşînim, kurdên me jî destmal hildan û govend xweş gerandin, dê weledê xwe avêt. Li wê qadê, di nav wan kolan û sikakan de pûlisên tirko û kurdên me yên xwelîser wek mişk û pisîkê hev bir û anîn, mîna kûçikên ser dêlikan, ji helkehelkê ziman di devê wan de kişîya…
Roja dîtir, eskerên Kemal paşa ev fis ji wan re nehiştin û gotin, her çiqas xwedîyê fisê ketibe xeta xwar jî, Sirri Sirrîyê me ye û rahiştin alayên tirko û posterên Misto û Taksîma xopan ji dagirkerîya birayên biçûk rizgar kirin. Ji rengên sor û spî pê ve ku ji xwîna kêmjimaran pejiqîbû ser wî potikê qûnê ku jê re digotin al, tu rengê din xuya nedikir…
Darên darparêzan di qûna wan re çû û qad û park man ji esker û cewrikên Kemo re.
Pûlisên ku bi hovtîya xwe îman li kurdan diçikandin û welatê wan li ser serê wan dikirin dojeh, piştî bihevşabûna çend kêlîyan paş ve vekşîyan û Taksîm ji cewrikên Kemo re hiştin…
Ew kurdên me yên ku bi salan tirkan daristanên wan, zarok û pez û dewarên wan di nav de şewitandin, li qada Taksîmê bêyî ku pozê wan bişewite û ji ala ku bi xwîna wan rengê xwe wergirtîye şerm û fedî bikin, hîn û hîn piştgirî û destekê didin „birê“ mezin…
Sîyasetmedarên mejîçeqilmast, asoteng û nêrînlewitî, jixwe ji bo kurd û Kurdistan tu sîyaset nemeşandin, nameşînin û qasî serê derzîyê jî kurdayetî û Kurdistan ne li ser bala wan e, ne xema wan e. Di navbera Xelî û Celîl de mane, lîstika dunigo lêdixin, dilîzin. Ji hêlekê ve li ser navê muzakereyan bi hikûmetê re rûdinên, li hev dikin, ji hêlekê ve jî, li dijî hikûmetê piştgirî û destekê didin çalakîyên Taksîmê ku tenê bêhna kemalîzmê jê difûre…
Jixwe dewlet bi zaneyî şerbeta kemalîzmê bi ser me de dadike…
De were vî kerî di vî bihurî re derbas bike!
Encam:
Welat welatê wan e berxikno, hildiweşînin, ava dikin, çi ji me re!
Taksîm Taksîma wan e, dikin topçi kişlasi, dikin mizgeft, dikin kerxane, dikin axurê keran, kê nîyhaye me!
Park parka wan e, daran jêdikin dikin xwe, jênakin li bin dinin hev, çi ji kê re!
Madem hûn ewqas dilşewitîyên xwezayê ne, bi salan li ber çavên we, hûn û pez û dewarên we di nav de hemû daristanên we şewitandin, wê çaxê çima we xwe nekir qurbana xwezayê?
Êdî potik jî ji qûnê aciz bû, lê hûn ji potikê aciz nebûn…

About The Author