Xalê Huseyn û çalakî

lezgin sexoHuseynê me yê Omerî yê dengbêj,ne tenê bi stran u dengê xwe bi henekên xwe jî naskirî ye.
Rojekê li cem me mêvan bû, me henek dikirin min jê pirsî:
Xalê Huseyn ew mesela li Edenê, gava ji bona dêya Apo hûn çûbûn ber deryê nexwesxanê çawabû?

Got: Erê kuro!!!
Em li qehwexanê bûn, hemû zariwên me  xwe kar kirin û gotin dêya serok di nexwesxanê de ye, em herin serdana wê. Ji min re gotin xalê Huseyn tu jî were.
Lawo ezê bêm ku, çavên min kor in, ez xweşik ber xwe nabînim, ezê bêm çi?
Gotin na hemû kesên welatparêz divê bên.
Ez mecbûr kirim, ez jî bi wan re çûm.
Em gihiştin ber nexweşxanê,tu ci bibîne!!
Bi hezaran kes kom bûne.
Dê weledê xwe avêtiye.
Na piştî demekê polîsan dora me girtin û xwestin em belav bibin, lê girse belav nebû.
Piştî demekê polîsan êrîşî girseyê kirin.Gava êrîş kirin, wek pêlên avê li girseyê ket û di wan pêlande ez ketim erdê û di nav lingan de mam.
Çi kesê bazdida pêl min dikir û direviya.Hestîyekî sax di laşê min de nema. Ne kesî ez ji erdê rakirim û ne jî li min pirsîn, ez tenê li wê qadê mam.
Piştî girse belav bû, du polîs hatin bi destê min girtin û ez ji erdê rakirim.
Ji min pirsîn “dayê ne îşîn var burda?”.
Mn got efendim ben kor dir, hastaneye ziyarete geldim.
Polîsan ez birim xistim tirimpêla xwe û anîm heta mala min ber derî”.

Min got: Xalê Huseyn, piştî wê tu nema çû çalakîyan?

gezi-parkiGot:Ez!!
Wey lolo!
Ji nûvre bi def û zirnê bên ber derîyê min jî ez nema diçim tu çalakîyan.

Mesela xalê Huseyn û çalakîyên li Tirkîyê hema weke hev in.
Ev sîh sal in li Kurdistanê dar û daristan nehiştin şewitandin kesekî dengê xwe nekir.
4000 gund şewitandin.
Bi tonan gaza çavşewitandinê bi ser me da reşandin kesi dengê xwe nekir.
Ûgûrê 12 salî bi sêzdeh gulan kuştin kesî dengê xwe nekir.
Doh bû li Roboskîyê 35 gundîyên Kurd bi bomban parçe parçe kirin,wan li wê meydana Gezîpark  hawayî fîşek diteqandin.
Ya muhîm,
Di van çalakîyan de çi fêda me heye?
Xwestekên wan çine?
Di nav xwestekên wan de „Ji bo Kurdan azadî“ heye?
Dibên bila Tayîp here.
Başe em bêjin Tayîp çû, gelo wê kî bê?
Ew kesên ji Tayîp baştir kîye?
Nevîyê Asena Baxçelî yan heramzade Kiliçdaroxlî yan Tirk îşî çepên Kemalist?
Ma ev 75 sal ne Kemalîst li serî ne?
Li gora dîtina min, divê em Kurd îro nebin teref.
Em bi xwe wek Lotikxane Partîsî nabin teref û wek xalê Huseyn gotîye; ew li defa hewarê jî xin em nakevin çalakîyan!
Ji we kî diçe oxira wî ya xêrê be.

About The Author