Papaxanê ekolojîk û demokratîk

Hesen Almas

Min digot qey tenê hinek Kurdên doza ekolojî û demokratîkbûnê dikin. Lê derket holê ku hinek papaxan û teyr û tilûr jî ekolojîkperest û demokratîk in.

Papaxana bi navê Rhea, ji çêbûna xwe ve bi nexweşîya perweşandinê ketiye, pirç û perîyên wê dernakevin. Papaxana me li Amerîkayê, li bajarê Bostonê dijî û bi rûtbûn û şûtbûna xwe bextewar e, gazindan ji halê xwe nake.

Piştî min ev papaxan dît, hinek Kurdên me yên ekolojîk û demokratîk hatin bîra min.

Ew Kurdên me yên ekolojîk û demokratîk, xwe di ber bratîya xelkên dewşîrme û çeqilmast de ewqasî peritandin ku ji papaxan Rhea xirabtir hatiye serê wan. Ciwamêran xwe di ber xelkên çeqilmast û dolheram de ewqasî peritandin ku şût û rût mane û piçikek bêhna Kurd û Kurdistanîbûnê jî hew ji wan tê.

Ê de ka papaxana me Rhea û Kurdên me yên ekolojîk û demokratîk bidin ber hev, bê wê çi bê ber çavên we kezebno..

Boston

 

papo

 

About The Author