Hew pê re gîha, bû sofî

Hesen Almas

Bi xêra van sofîk û mofîkên DAÎŞ û îslamê, sofîtî û rîhberdan bûye mode. Xort, pîr û kal, tev hinek keç û jin jî êdî rîha xwe berdidin û dikevin nav karwanê sofîkan.

Keç û jina bedew, delala ber dilê sofîk û rîhdirêjan Lîttle Bear Schwarz 31 salî ye. Ji piçûkanîya wê de rîha wê dirêj dibû û pê re nedigîha ku her roj bide ber gûzanan (cilêtan). Êdî hat wê astê ku rebenê pir aciz bû û êdî biryar da ku rîha xwe kur neke û wek zilaman bijî.

Rîhberdan ji xanima germik û nermik re bûye tiştekî xwezayî û êdî hîn bûye ku bi rîha xwe re di nav aştîyê de bijî. Êdî heval û hogirên wê jî ji rîha wê ne aciz in û wek tiştekî normal û xwezayî dibînin. Helbet gelek kes gava wê bi rîh dibînin, xwe jê dûr dixin û ditirsin ku terorîstek ji terorîstên DAÎŞê be, xwe jê disitirînin. Lê ne xema xanimê ye û êdî wek berê guh nade gotinên xelkê.

Derketina rîha keç û jinan bi xirabûn û tevlihevîya ormonan ve girêdayî ye. Bi hinek keç û jinan re hormonên nêr ( hormonên zilaman) zêde ne. Ji ber vê jî laşê wan, bi taybet jî rûyê wan pir bi pirç dibe. Hinek bi laserê ji wê pirçê xilas dibin, lê hinek jî lazer jî fêde nake û mecbûrin bi qedera xwe razî bibin. Aha Lîttle Bear Schwarz jî yek ji wan e.

Wey rebenê, wey kezîkurê Lîttle Bear wey…

Amerîka

rih

rih2

rih3

About The Author