Amerîka bi mastê Kurdekî têr dixwe

Hesen Almas

Nebêjin mast bi kêrî tiştekî nayê û meriv bi firotina mast dewlemend nabe. Kurdê Ezircanê û paşayê eşîreta mastê „Chobanî“ ê AmerîkayêHamdî Ulukaya, bi firotina mast bûye milyarderek ji milyarderên dinyayê û zikê Amerîkîyan bi mast têr dike.

Li gor lêkolîna kovara Forbesê, di lîsteya herî dewlemendên dinyayê de du Kurd jî hene. Yek ji wan şahê mast Hamdî Ulukaya ye, yê din jî Nîhat Ozdemîr ê Amedî ye.

Hamdî Ulukaya, bi lotik û zîtirkên mast bûye milyarder û xwedîyê 1.7 milyar dolar e, di rêza 1234 a dewlemendên cîhanê de cîh girt. Ulukaya bi navê marqeya Chobanî mast difroşe. Li gor tê gotin, zikê Amerîkîyan bi mastê Kurdekî têr dibe û heta Amerîkî mastê Chobanî nexwin, hişê wan nayê serê wan û nadin lotik û zîtirkan.

Dewlemendê duyem ê Kurd jî Nîhat Ozdemîr e. Ji Diyarbekirê ye, xwedîyê şêrketa Lîmak Holdîng e û herweha şirîkê balafirxaneya Sabîha Gokçek a Stenbolê ye. Ozdemîr xwedîyê 1.6 milyar dolar e û di rêza 1290 a dewlemendên cîhanê de cîh digire. Ozdemîr herweha cîhgirê kevn ê Klûba Sporê ya Fenerbahçe bû. Nîhat Ozdemîr wek gellek Kurdên xwelîser bi nasnama xwe ya Kurdî tucarî dernakeve pêş, xwe di bin merş û cilikan de vedişêre û zêde kes nizanin ku Kurd e.

Werhasilî kelam, Kurdekî Ezircanê bi mastê xwe „Chobanî – çobanî“ qûn li Amerîkanîyan qetandiye û bûye milyarderê dolaran. Helbet ev lotikek pîroz e û ji bo navtêdan û pesindana Kurdan baş e.

Îcar tembîya min li we be gelî xwendevanan.

Hamdî Ulukaya bi firotina mast bû milyarder.

Hûn jî bi firotina dew û çeqilmast dest bi bazirganîyê bikin û nesekinin wesselam..

Amerîka

 

About The Author