Serok derdikeve kêf û serdanê

Hesen Almas

Piştî ku serokê dinyayê Donald Trump bû serok û hetanî îro, ji mal û Koşka Spî derneketiye derve. Rebeno wek mirîşka go têkeve ser kurkê, di malê de ye.

Li gor fitne û fesad dibêjin, xwedêgiravî serokê dinyayê Trump di hindur de kufikî bûye, aciz bûye û dixwaze derkeve kêf û seyranê.

Û wê kêf û seyrana xwe ya pêşî li ku bike?

Li Vatîkan a mesîhîyan, li Îsraîl a cihûyan û li Erebistana Misilmanan.

Yanî, wê pêşî tilîyan bavêje bin dûvê girgirekên van welatan.

Yanî, mêro wê ewilî serdana her sê war û welatên pîroz ( di warê olî de) bike û piştre yeko yeko li welatên din bigere.

Piştî me bihîst go wê serok Trump derkeve serdanê, wek Partî Demokratî Lotikxane me jî nameyek qerase jê re şand û ew dawetî Koşka Reş a Lotikxanê kir. Em hîna li bendî bersiva wî ne. Heke hat û bû mêvanê me, helbet emê jî mirîşkekê jê re serjêkin û hêkên wê jî jê re biqelînin. Û heke nehat jî ji xwe wê mirîşka me ji me re kar bimîne wesselam..

Ê de hat ji vî ve….

Û nehat dîsa ji vî ve û hûn sax…

Waşîngton

 

About The Author