Kurd ji herkesî re dost in keçko

Ma Kurd ji kê re ne dost û heval in?

Ji xeynî xwe, hema bêjin Kurd dost û hevalên herkesî ne. Ji xelkê re can û ceger, ji Kurdan re jî kurtan û ker in.

Nevîya Saddam Hisên Beanan Hisên Kamil, çend lotik avêtine û daye zanîn ku nêzîktirîn hevalên wê Kurd in.

Ê helbet canim, ma dost û hevalên herî nêzîk yên bapîrê te Saddam jî ne Kurd bûn keçko?

Belê welleh û billeh Kurd bûn!

Dehşik û mehşikên Kurd hemû hevalên bapîrê te Saddam bûn xanimê. Çima wê Kurd hevalên bapîrê te bin lê ne hevalên te bin delalê, ma Kurd nankor û bê wefa ne bavo.

Û birastî lê, gelo hevalên herî nêzîk yên dayika te jî ne Kurd in gelo?

Ew dayika te ya go dixwest heyfa bavê xwe hilîne û serweta xwe xist bin xizmeta DAÎŞ û ÎŞÎDê.

Erêêêê erêêê….

Em Kurd in serbilind in..

Ji neyar re pir rind in,,

Ji xwe re peppûk û kund in…

Kîne emmmmm!

 

About The Author