Ji %40 be xêra xwedê ye bavo

Cenbelîyê Botî

Berpirsê Şaxê 18 yê PDK û lotikvanê xweşik û lihevhatî yê Amedîyê Umer Oreyî, çend lotikên germik û nermik avêtine PKK û gilî û gazind ji zîtirkvanên PKK kiriye. Li gor xalê me Umer Oreyî gotiye, xwedêgiravî PKK dest danîye ser derûdora bajarê Amedîyê û ji %40 ji axa wê dagîr kiriye.

Xalê me Oreyî ji KDP.înfo re daye lotikan û gotiye: „Bi allahwekîl, ez bi serê Mihemed, Îsa û Mûsa bikim, PKK dest danîye ser zêdetirî %40 ji axa devera Amêdiyê. Navçeyên Nêrwe, Rêkan, beşek ji devera Berwarî, Doskiya jorîn û Bergare ketine bin lotik û zîtirkên PKK. Ji % 99 xelkên wê deverê hebûna PKK naxwazin û daxwaza derketina çekdarên wê ji gund û navçeyên xwe dikin. Çekdarên PKK metirsî li ser jiyana wan çêkiriye û pirsgirêkan ji wan re derdixin. Pêwîst e PKK vegere cihê xebata xwe û pirsgirêkên xwe neyne nava navçeyên Başûrê Kurdistanê babam” filan û bêvan.

Xalê me Umer Oreyî, daye lotikan û dîsa gotiye: „Bi şeş telaqên jinberdanê, tu hevahengîyek di navbera me û PKK de tuneye. Em bi aştiyane daxwaz ji PKK dikin ku  ji navçeyên Başûrê Kurdistanê derkevin û erd û zevîyên hejaran dagîr nekin. PDK qet naxwaze şerê PKK yan tu alîyekî din bike. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî şerê birakujî heram kiriye, lê em daxwaz ji PKK dikin ku ji hemû navçeyên Başûrê Kurdistanê derkevin” filan û fîstan.

Erêêêê erê!

Kuro law rabin, rûnên û dua ji xwedê re bikin.

Dua bikin ku PKK ji %100 dest dananîye ser Amedîyê baba.

Ma ji %40 jî tiştek e, kezebo?

Dîsa dilê PKK bi we şewitî ye û ji %60, ango para mezin ji we re hiştiye.

Ma hîna hûn doza çi li PKK û hevalleran dikin kaka!

Te go bela PKK bi aştîyane ji navçeyên Başûrê Kurdistanê derkeve?

Hey lolo, hey lêlê!

We dîtiye kesek bi aştîyane ji axa kesî derketiye brako?

Colemêrg

About The Author