Jînwar, gundê bê mêr û beyar

 Bavê Cengo

Dibêjin gava Yezdanê pak aqil belav kiriye, Kurd di xew de mane. Ji ber wê jî hinek Kurdên me kêm aqil û sewsî ne, serxweş û mest in.

Piştî ku serokê PKK heval Mustafa Karasû berê Kurdan da jiyana ekolojîk a berî deh hezar sal û got: „Êdî dema wê ye ku em li dinyayek bê serwer, bê axa, bê jin, bê mêr bifikirin. Desthilatdarîyek bê dewlet, jiyanek bê serwer, aborîyek bê axa, hevjînîyek azad, bê jin, bê mêr, bê zewac dikare bê pêkanîn”, hevalên mirîd û xeyalhez rabûn ser tapanan û dan lotik û zîtirkên ekolojîk.

Kesî ji we dîtiye ku di sedsala me de gundek bê zilam û bê mêr be?

Kesî ji we dîtiye ku di sedsala nûjen û pêşketî de mirov vegerin civaka berî deh hezar sal û ax û xwelîyê bixwin?

Aha ev xwelîserî û malkambaxî tenê di nav me Kurdan de çêdibe allahwekîl.

Ma Kurd ji bêaqilî, xwelîserî û xeyalperestîyê kêm dimîne canim, namîne.

Ê de binerin bê hevallerên me çi sosret û tofan û ecacok li serê jinên Kurd rakirine.

Li kartona Cizîrê nêzîkî bajarê Dirbêsîyê, dezgehên jinên bakurê Sûrîyê (bi gotina hevalan) gundekî bi navê Jînwar ava dikin. Xwedêgiravî wê di gundê Jînwar de mêr (zilam) tunebin. Wê gundê Jînwar tenê gundê jinan be. Wê hevalên jin jî dan û stendina xwe li gor dan û stendina berî 10 hezar sal bikin. Ango, wê genim bi nîskan bikirin, wê pîvazan bi sîran biguherin, wê kiras û derpîyên xwe bi hirî û nokan bikin. Yanî wê kirîn û firotina bi pare û zîv û zêran tunebe.

Axir…

Wê xanîyên gundê Jînwar ji kevir û kerpîçan ava bibe. Yanî wê hesin û çemenyo neyên bikaranîn. Wê jinên gund jiyanek wek jiyana hovîtî paşdemayî ya berî 10 hezar sal bijîn.

Hem jî bi navê şoreşê haaaaa!

Çi şoreş ne wilo?

Rojavayê Kurdistanê kirin „Quzê Sûriyê – Kuzey sûriye“ ne bes bû, îcar piçek hiş û aqilê jinên Kurd mabû wê wî jî di gund û şikeftên ekolojîk û jehr û ziqûm de heba bikin, tune û wenda bikin.

Di vê derbarê de endama komîteya avakirina gundê Jînwar Dîmen Evîn, ji Dîhaber re daye lotikên ekolojîk û peyivî ye.

Ekolojîk Dîmen Evîn gotiye: „Emê ji serberjêrçûna jinê re bêjin êdî bes e. Emê bi aqilê jinê jiyanê rave bikin. Pêwistîya jinê bi çand û jiyanek ku karibe lê biaxive, lê bi rêxistin bibe, karibe azadîya aborî lê bijî heye. Civaka niha civakek mêrane ye, pirsgirêk jî ji vir derdikevin. Jina ku bi mêr re dijî ji bo ku lêdanê nexwe û neyê kujtin pêwistîya xweparaztinê dike. Di civaka îro de tu garantîya jiyana jinê tuneye“ filan û fîstan.

Ez serê we neêşînim gelî ekolojîk û demokratîk hevaller, Dîmen Evîn heval gotiye: „Berî bi 9 hezar sal xanîyên ji ax û kerpîçan hebûn. Em li dijî xanîyên modern in, ew ne ekolojîk in. Emê di nava gund û bajaran de dan û stendina xwe bi „pevguhertinê“ bikin. Emê peran bi kar neynin“ û germ bûye.

Werhasilî kelam, gundê Jînwar li hevallerên ekolojîk pîroz û bimbarek be.

Gundê bê zilam, bê xeyar û bê tirozî.

Li gor tê gotin, wê li gundê Jînwar xeyarên berî 10 hezar sal bên çandin. Ka gelo berî 10 hezar sal xeyar hebûn, tunebûn,  çawa bûn, kes nizane.

Îcar hûn bi qedrê xwedê û pêxember kin, ma cacîq bê xeyar çêdibe?

Ba jin bê zilam, zilam jî bê jin dibe?

Law ma qapax û beroş ne ji bo hev çêbûne ekolojîk jinkokler?

Erê lo…

Hevallerên bakur li gundê Amarayê ax û xwelîyê dixwin, û yên kartona „Quzê Sûriyê“ jî gundê ekolojîk, xanîyên ax û kerpîçan ava dikin.

Kîne emmmmmmm!

Qamişlo

 

About The Author