Her werin vê govendê!

Bavê Cengo

Di dîroka Kurdan de belkî cara yekem tê dîtin ku Kurd li hemberî Kurdan dikevin grêva birçîbûnê. Cara yekem e ku Kurd ji ber zilma Kurdan dikevin grêva birçîbûnê. Cara yekem e ku Kurd ji ber zilma brayên xwe dikevin rojîya birçîbûnê.

Niha meriv ji ber zilm û zordestîya dijminên xwe têkeve çalakîyê û têkeve rojîya birçîbûn û rojîya mirinê, xwezayî û normal e. Lê gava brayê meriv zilmê li meriv bike û reehma ku li xelkên din dike, li brayên xwe neke, aha qebhet û gunehkarîya herî mezin ew e.

Li gor gotinên gotinbêjan, PYD li Rojavayê Kurdistanê bêhn li her Kurdê ku ne hevalbendên wê ne çikandiye û bi taybet jî zilm û zordestîuek mezin li ser rêvebir û endamên ENKS dike. Rêvebir û endamên ENKS digire, êşkence dike û wan dixe zindanên reş û tarî. Ji alîyê din, li gor tê gotin, PYD ji derveyî Kurdên mixalifên xwe, rehmê li herkesî dike, gepa devê xwe dixe devê Tirk, Ereb û xelkên din û wan dike taca serê xwe. Lê meferê nade ku rêvebir û endamên ENKS bi azadî siyaseta xwe bikin û bidin lotikan.

Axir, ne li ser bextê me be ha, li ser bextê fitne û fesadên Qamişlo, Hesekê, Kobanê û Efrînê be.

Endamê Encûmena Niştimanîya Kurd li Sûriyê (ENKS)ê Şivan Cizîrî, ji BasNûçeyê re ragihandiye ku ENKS û Partîya Demokrata Kurdistan a Sûrîye(PDKS) li Qamişlo, li dijî kiryarên PYD dest bi greva birçîbûnê kirine û heta hevalên wan ên zindanê neyên berdan, wê grevê bidomînin.

Li gor fitne û fesad li ser tenûrên Qamişlo dibêjin, xwedêgiravî heta niha bi qasî 30 serkirdeyên ENKS û PDKS ji alîyê Asayîşa PYD ve hatine girtin û hîn jî nehatine berdan.

Îcar hûn ferqa navbera xelkê û navbera me dibînin ne wilo?

Dewleta Tirk wek dewletek dagîrker û dijmin, ji bo xatirê Cejna Qurbanê be jî, rê da ku malbata Ocalan serdana wî bike û li Îmralîyê li halê wî bipirse.

Û PYD?

Ma hûn wek dewleta Tirko jî ne xwedî wîjdan in qurban?

Çima berî niha kantonên we efû ji endamên ÎŞÎDê re derxist, lê hûn brayên xwe yên Kurd di zindanên xwe de hêsîr digrin?

Hema roja Cejna Qurbanê we destûra hevdîtina girtîyan bidaya law, ma wê karton û kartolên we bişewitîna?

Xwedê aqilekî bide me Kurdên xwelîser û hew..

Em ji xelkê re hêkan, û ji xwe re jî zelqên mirîşkê dikin wesselam…

Qamişlo

pyd4

About The Author