Bi tir û fisan balafir nakeve

Abdûllah El Kurdî

Mejîyê hinek ji van misilman û oldarên sextekar bûye wek şorba nîskê. Ji her serîyekî dengek derdikeve û herkes ola îslamê ji bo berjewendîya xwe û ji bo kêfa xirrê xwe bi kar tîne.

Niha jî mesela balafirê û mizgeftê derketiye holê. Hinek rîhdirêj û şaşikmezinên tarikselat di wê bawerîyê de ne ku, „heke di balafirê de mizgeft hebe, wê ew balafir nekeve“ filan û fîstan û quzê kerê.

Yanî, heke qûnbigûyên ku rîha wan wek pirça rûvê min e, di balafirê de tir û fisên xwe bikin, di balafirê de destnimêja xwe bigrin û nimêz bikin, wê ew balafir nekeve.

Û tew bi duayên devê wan û qûna wan, wê ew balafir bê benzîn û mazot jî karibe bifire.

Hey min di şaşika serê we nîhano, di gund û bajarên we yên tije mizgeft de, her roj erdhej û zelzele çêdibin, her roj kujtin û zinêkarî çêdibin, naxwe çima ew erdhej û zelzele çêdibin?

Madem wê bi tir û fisên we balafir nekeve, naxwe çi hewceyî balafirê ye kurên kerê?

Hema bi çend tir û fisan bê balafir  bifirin ezmên û xelas.

Wey min di qaqilê serê we kirino erê wele û hew!

About The Author