Wek Xocê Xizir bi hawara wan ve hat

Belê, piştî du salan, me xebera xêrê ji başqanê xwe, ango ji serokê Kurdên sererd û binerd sayin Ocalan bihîst û dilê me ket cîh.

Şikir ji xwedê re!

esrakes-ehme

Şabaş ji hikmeta xwedê û Erdogan re!

Serokê Tirkên sererd û binerd Erdogan, ji bo xatirê Cejna Qurbanê destûr da ku malbata başqanê me serdana wî bike û li halê wî bipirse. Mamê me Mehmet Ocalan, serdana brayê xwe sayin başqan Ocalan kir û vegeriya. Piştî vegerê, Mihemedê me xeber û mizgîna xêrê da me ku tendirustîya başqanê me baş e, kêfa wî li cîh e û plan û projeyên pir kûr û dûr li tevnê dixe.

Ji vê xeber û mizgîna xêrê mezintir jî, kêfa me li wê yekê hat ku sayin başqanê me wek Xoceyê Xizir bi hawara wan kesaên ku ketibûn grêva birçîbûnê, gîha û nehişt ku zêde xwe birçî bikin û ji birçîna bimirin.

50 kesên ku ji bo başqanê me ketibûn grêva birçîbûnê, piştî 8 rojan, bi xêr û saya serê hevdîtin û serdana başqanê me ji mirina birçîbûnê xilas bûn, têr xwarin xwarin û zikê xwe kirin meşk.

Mamê me Mihemed, li Amedê lotikek pîroz avêt, mizgînîyek din jî dame û got ku başqanê me li ser projeyek nuh a aştîyê dixebite û serê xwe pir pê ve mijûl dike. Başqanê me gotiye: „Bela Kasimpaşalî Erdogan 2 xulamên xwe bişîne cem min, da ku em dîsa dest bi lotikên mizakere û dan û stendinek nuh bikin babam. Me pêvajoya aştîyê têk nebiriye, wan têk biriye. Bela stuyê xwe bişkînnin û dîsa vegerin ser masê cîgerim“ û destê xwe li masê xistiye.

Ez serê xwe û we neêşînim, ev du sal bûn xewa şevan li me heram bûbû û me gumana tendirustîya başqanê xwe dikir. Lê şikir ji xwedê û kerameta Serok Barzanî re. Brayê başqanê me Osman Ocalan gotibû, „Serok Barzanî bûye qasid da ku başqan û malbata min hevdu bibînin“ filan û bêvan.

Werhasilî kelam, kî bûye qasid, kî nebûye qasid ne xem a min e, qirçe qirça benîştê min e. A girîng ew e ku başqanê me sax e, bi selamet e û hîna jî dixwaze bi 2 lotikvanên dewletê re dest bi pêvajoya aştî û mizakereyên nuh bike.

Ê xelkê bi navbeynkarî û qasidîya dewlet û dezgehên bêteref dest bi mizakereyên aştî û rawestandina şer dikin, ê me jî di pişta perde û derabeyên zindanê de.

Hem jî bi du çawîşên dewletê re!

Aha ferqa me û xelkê ev e kezebno.

Ê de pîroz û bimbarek be rebbî!

Amed

 

About The Author