Ekolojîk hevaller

Hevallerên me ji bo go serê Kurdan bişon û wan ji bîr û hizrên netewayetî dûr bixin, ji 101 bîran avê dikêşin, wan bi fikir û îdeolojîyên berî hezar salî dixapînin û mejîyê wan bi heyvanê Tirkolojîk dimeyînin.

Cîgerim hevaller dane dû qûna demokratîkkirina dewleta Tirko û virqo û berê Kurdan jî dane jiyana berî hezar salî, xwarina ax û xwelîya ekolojîk. Yanî her tişt kirine tirrrrrrrr, Kurdistan rizgar kirine, Kurd azad kirine, maye dora xeyar û kundirên ekolojîk.

Sûr, Cizîr, Şirnex, Nisêbîn, Hezex û deverên din bi xendek û koncalên demokratîk kirin ekolojîk û malik li Kurdên reben viritandin. Xendek û koncalên demokratîk û ekolojîk wilo anîn serê Kurdan ku nayê gotin. Bajarên me herifîn, wêran bûn, bûn demokratîk û ekolojîk. Bi hezaran keç û xortên me belasebeb hatin kujtin, bûn mirîyên demokratîk û ekolojîk. Bi sed hezaran Kurdên me perîşan û bi çol û derîyan ketin, bûn koçberên demokratîk û ekolojîk.

Hey min di vê demokratîk û ekolojîkê kiro, ma hema demokratîk û ekolojîk tenê ji Kurdan re daketiye erdê oxlim?

Ka çima hûn Tirkan jî hînî wê demokratîk û ekolojîka germik û nermik nakin?

Çima hûn bajarên wan jî bi lotik û zîtirkên demokratîk û ekolojîk wêran nakin?

Çima hûn keç û xortên wan jî bi lotik û zîtirkên demokratîk û ekolojîk nadin kujtin?

Na heval na…

Ez bi serê xwe û we kim, heke rojekê ez wê malxeraba demokratîk û ekolojîkê di quncikek teng de zevt bikim, ezê xeyar û bacanên îlkel mîllîyetçî û antî ekolojîk di wan de biçînim û xelas…

Xançepek / Amed

About The Author