Ax ji derdê Kurdên xwelîser..

Kurd ecêb in. Di dinyayê de kêm millet wek Kurdan xwelîser hene. Di dinyayê de kêm millet wek Kurdan tewtewe û dijminê qewmê xwe hene. Xuyaye gava xwedê aqil...

Kurd ecêb in. Di dinyayê de kêm millet wek Kurdan xwelîser hene. Di dinyayê de kêm millet wek Kurdan tewtewe û dijminê qewmê xwe hene. Xuyaye gava xwedê aqil belav kiriye, yan Kurd di xew de mane, yan jî xwedê ew ji bîr kirine wesselam..

Axir..

Dibêjin li Erxenî ya Amedê, mêrê 3 jinan Mustafa Çelîk ( ji Bavê Teyar jî xirabtir kiriye ) û jina wî Songul Çelîk, navê zaroka xwe ya nûçêbûyî (keçik e) kirine “EVET”. Ango, “ERÊ”.

Çima erê?

Ji bo ku ji qamdirêjê Erdogan hez dikin û di referandûmê de wê ji bo serokatîya wî bêjin “erê”.

Li alîyê din, rojavayê Kurdistanê, li Kobanê, malbatekê navê  serokê Amerîkayê Donald Trump li kurê xwe kiriye û navê wî kirine “Trump Mistefa Elî”.

Gelek Kurdên me yên xwelîser û belqitî navê Esed, Saddam, Ecevît, Ozal û wekî din li zarokên xwe kirine û qûna dijminên xwe alastine.

Ê law hey min di we kirino, ma navên Kurdî qeliyane?

Ma nav nemane go hûn navên dagîrkerên xwe li zarokên xwe bikin û zarokên xwe biherimînin oxlim?

Ji we re çi “EVET” û “HAYIR” û referandûma dijminê we?

Ji we re çi navê Esed, Saddam, Ecewît û quzê kerê?

Ma go hûn navê zarokên xwe bi Kurdî bikin “Rîxo, Rîxê, Gûyo, Mîzê, Belqityo, Kezîkurê, Toplêketê, Bixwederîto, Quzê kerê” ne çêtir û bixêrtire xwelîserno!?

Amed

 

Categories
Esrarkêş EhmêKadînNivîskar
No Comment

Leave a Reply

*

*

RELATED BY

  • Kerkûk, dagîrker bûn peppûk

    Berî demekê parêzgerê Kerkûkê xalê me Necmedîn Kerîm lotikek pîroz avêt û dilê me xweş û geç kir. Zimanê Kurdî li Kerkûkê kir fermî û ala Kurdistanê jî li...
  • STRANA MEZRA BOTAN

    Mezra Botan.. Tu karî bêjî berî niha bi çend hezar salan tiliyên me di zeviyên te de şûn vedane. Ka bihêle ku dîroka derewîn li berxwekeve, bê ji hewdikê...
  • Pêvajoya Aştiyê mîna kemînekê bû.

    Pêvajoya Aştiyê mîna kemînekê bû. Bi rojeveke pûç û beradayî serî li kurdan kir tara bêjingê. Kurdan bi seriyekî germ xwe li wê kemînê qewimandin, mîna kewên gozel yek...
  • Kız Kereçi Xatun Olmaz!

    Mêro boxboxakî mêran bû, çû dil ket qîza qereçî, wek yê ku heft salan dil ket çavên beqê! Di bîr û baweriya wî de, wê keçika qereçî jê re...
Lotikxane