Keçelo kumê me li serê te

Çiqas yekî ku bi kêrî Kurdan neyê û ne di xêra Kurdan de be, wek toqa naletê ketiye stuyê Kurdan û jê re bûye serok û rêber. Kesên ku li ser keda Kurdan, li ser xwîn û xwêhdana Kurdan diçêrin û bi deng û rayên Kurdan bûne wekîl û parlamenter, îro nankorîyê li Kurdan dikin û pêl namûs û xîreta Kurdên xwelîser dikin.

esrakes-ehme

Xalê me Hasîp Kaplan, ku bi salan bi deng û rayên Kurdan di parlamentoya Tirkan de xwar û vexwar û bêrîka xwe germ kir, îro Kurdan bi tohmeta bêxîretî û xulamtîya desthilatdarîya Tirkîyê sûcdar dike û nankorîyê dike.

Çima ku ji bo girtina wekîlên HDP Kurd derneketine qad û meydanan û xwe nedane kujtin, Hesîbê me rabûye daye zîtirkên bergîlkî û Kurd wek „yavşak – bêxîret, qûnde, jihevdeketî“ û xulamên desthilatdarîya Erdogan, wek qewmê kewê daye nîşandan û heqaretek mezin li Kurdan kiriye.

Ê başe oxlim, xalê Hesîb!

Gava we Cizîr, Silopî, Şirnex, Sûr, Nisêbîn û deverên din bi mahneya şerê xendekan dan wêrankirin û kevir li ser kevir nehişt, gava hûn bûn sebebê kujtina 7-8 hezar keç û xort û jin û zarokên Kurd, gava hûn bûn sebebê koçberbûna bi milyonan Kurd, çima we gûyek nexwar û we dev ji parlamentoya Erdogan berneda, çima hûn derneketin qad û meydanan cîgerim? Yan 10 wekîlên HDP ji 7-8 hezar xort û keçên Kurd çêtir û giranbuhatir in? Yan ê we can e, lê yê xelkê xiyar û bacan e? Yan jî hûn ji qutkirina 19 hezar lîreyên meclîsa Tirko ditirsin? Hûn ditirsin ku 19 hezar lîre ji ser we bên qutkirin û bêrîka we qul bibe ne wilo?

Law xwedî wîjdan bin, ne nankor bin gidî.

Madem hûn ewqasî bi xîret in, de mêranîyekê bikin û ji meclîsa Tirko îstîfa bikin, derkevin qad û meydanan, bidin pêşîya Kurdan û sînga xwe ji fîşek û guleyên esker û polîsên dewletê re bikin sîper. Aha wê gavê heke Kurd bi we re derneketin qad û meydanên şer, heqê we heye hûn gazindan bikin.

Na lo!

Hûn di meclîsa Erdogan de li ser kursî û dîwanên çermê xezalan qûna xwe germ bikin, mehane 19 hezar lîre têxin bêrîka xwe (meaşê 15 malbatan e), li ser ked û xwîna Kurdan biçêrin, û dûv re jî Kurdan bikin bêxîret, yavşak û xulamên desthilatdarîya Erdogan ha.

Îcar kî yavşak e, kî tirşikçî ye, kî qewmê kewê ye Hesîb beg?

Ê de here qûna xwe bişo xalo can!

Amed

hasip

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

hesibo-kopie

About The Author