Şivan û gavan rabûn hev

Ehmed Beyan

Serokkomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdoğan hefsarê serê hespê xwe berdaye û dibezîne.Ciwanmêr ne guhdarîya kesekî dike, ne jî hesabê kesekî bi pîvazekê dike. Li gor plan û projeyên xwe dimeşe, xewn û xeyalên Osmanî û berfirehkirina xaka Tirkîyê dike. Ji bo ku Kurdên rojavayê Kurdistanê bi ser nekevin û xwe negihînin Deryaya Spî, çi ji destê wî tê dike, hema bêjin destê  xwe dixe her cîhî. Ne tenê destê xwe, hetta lingê xwe jî pê de dibe.

Axir, mesela me li ser têkilîyên wî û Yekîtîya Ewrûpayê bû.

Berî niha Serok û Gavanê Parlamentoya Ewrûpayê Martîn Schulz lotikek avêtibû Erdogan û gotibû: „Bi şeşe telaqên bê fitû, heke Tirkîye dîsa îdamê vegerîne û şerîtê têxe stuyê xelkê, em êdî li ser endametîya Yekîtîya Ewrûpayê pê re gotûbêjan nakin, emê tirê jê berdin û Tirkîyê ceza bikin“ û pê de çûbû.

Li ser vê lotika Martîn Schulz, şivanê Tirkîyê Erdogan pir aciz bû, pirça serê wî gijo mijo bû û bi hişkî bersiva gavan Martîn Schulz da.

Şivanê Tirkîyê Erdogan li Enqerê di vê derbarê de ji Schulz re got: „Ûlan oxlim. tu kî yî tu me tehdîd dikî! Çi ji destê we tê bikin, hûn dereng jî mane cîgerim“ û destê xwe li masê xist.

Lê lotika herî xweştir ev bû ku Erdogan xwe wek „şivanê Tirkîyê“ bi nav kir û got: „Binerin cîgerim, şivantiîyê piçûk nebînin. Heta mirov şivantîyê û felsefa şivantîyê nizanibe, mirov nikare mirovan birêve bibe. Allahwekîl ez jî şivan im“ û li bilûrê xist.

Ez serê we neêşînim kezebno, şivanê Tirkîyê Erdogan û gavanê Ewrûpayê Schulz wek dîk û mirîşk rabûne berberî hev. Yek şivanê Tirkîyê û yê din jî gavanê Ewrûpayê ye. Îcar wê şivan zora gavên bibe, yan wê gavan zora şivên bibe, xwedê zane..

Êêêêêêêêê kezebno!

Şivantî û gavantîyê piçûk nebînin ha..

Hûn jî wek Erdogan şivantî û felsefeya şivantîyê bixwînin ku hûn karibin kerîyên pez biçêrînin û di xew re bibin kekoooo….

Enqere

 

About The Author