Xendeq, xeniqandin û berpirsiyarî

Nevzat Keskin           

Tevgera siyasî ya Kurdî bi PKK’ê destpê nekiriye. Bi awayê herî modern Mîr Bedirxanê Cizîra Botan di sala 1846’an de destpê kiriye. Piştre Şêx Ubeydullah’ê Nehrî, Serhildana Bedlîsê, Koçgirî, Şêx Seîd, Agirî, Dersîm û herî dawî PKK derketîye holê. Ev serhildan hemû bi awayekî tund û hêzên leşkerî hatine tefandin. Piştre jî bermahîyên van serhildanan ango ew kesên ku ji kuştinê xelas bûne bi darê zorê hatine sirgun kirin. Divê ev werin zanîn û vegotin ji herkesê ku dibêje ez Kurd im. Lewra wî çaxî gel dikare li hember hin tiştên xelet raweste û neye xapandin. PKK’ê li gora demê fikrên xwe diguhere, lê qedera Kurdan naye guhertin. Ew her bêdewlet in û perçiqandîne.

PKK rexistineke çep e. Di dema ku derketiye holê jî hewldanên wê bi piranî li hember tevgerên Kurdî yên wî çaxîne, ne dewletê bi xweye. Ango li hember dewletê şer nekiriye û hin jî ew gumanên li ser Kesire Yıldırım û têkilîya Ocalan bi MÎT’a dewletê re zelal nebûye. Muxalîfên PKK’ê van galgalan her tim tînin ziman, lê ji ber ku hêz û yekîtîyeke wan nin e bê bandor in.

Ev seh sal e ku PKK şer dike. PKK duh çi dixwest û îro çi dixwaze? Di dojeha Rojhilata Navîn de planên wê yên pêşeroj/paşerojê ji bo Kurdan çi ne? Ya herî girîng jî Ji bo Kurdan weke netew çi dixwaze? Ev xalên girîng in û êdî gel divê van ji PKK’ê bi xwe bipirse. PKK divê bizanibe ku ji xeynî wan û ew Kurdên meaşdayî ji dewletê, êdî bawerîya tu kesê Kurd ne bi “Biratîya Gelan” an jî “ Biratîya Dîn” tê. Îro Kurdên ji xeynî PKK û nava PKK’ê yên tevger û partîyên çep jî êdî bawerîya wan bi “Biratîya Gelan” naye. Herwiha Kurdên bawermend weke Tevgera Azadî, Öze Dönüş, Cem’eta Zehra û heta hin franksîyonên HUDA-PAR’ê jî êdî ji mislimantîya Tirkan ya Turquazî jî qebul nakin û bêhtir Kurdistanî ne.

Erdoxan ne sebebê pirsgirêka Kurdî bû. Sebep Kemalîsm bû. Baş xerab Erdoxan xwest vê meselê çareser bike. Hevdîtin, muzakere û pêvajoa çareserîyê jî gavên çareserîyê bûn, lê em nêht û armancan wan nizanin. Her du alîyan jî bawerîya xwe bihev neanîn. Tiştên nebûyî anîn serê hev. Niha jî welat bû gola xwînê. Malwêranî, koçberî, dagirkirina bajaran, kuştina sivîlan û bêhêvîtî bû para gelê Kurd.

YazDeh (11) bajarên Bakur’ê Kurdistan’ê û bi hezaran xortên Kurd çima di xendekan û ji ber çi bûne qurbanî. Wê hesabê xwîna van xortan kî bide? Piştî salan şerê çîyê çima PKK’ê gel avête nav lingê dewleta hov. Çima 11 bajar dane wêrankirin û 7000 xort bi arzanî û bêsûç û bêsebep di xendekan de dane xenikandin. Ev pirs êdî divê werin pirsîn û berpirsîyar jî bersivê bidin.

Îro piştî van hemûyan; îradeyeke binpêkirî, hêvîyên şikestî gelo ew sîyaseta Kurdî ya Bakur dikare biçe ber derîyê 11 hemwelatîyên bajarê wêrankiri û bibêje piştgirîya me bikin. “NA”

Ez ne sofî û ne jî dijminê PKK’ê me. Ez hertim dibêjim ku îro Kurdên Bakur bi saya PKK xwe nas kirine. Lê divê em xeletîyan wan jî bibêjin. PKK pirsa Kurd daxiste mafê jinê, azadîya Ocalan, dijberîya Erdoxan û demokratîzekirina Tirkîye. Ev çine ji bo Xwedê? Evqas keç û xortên Kurd ji bo van tiştan hatin kuştin. Divê herkes vê rastîyê bizane. Ew jî ev e. Dewletên ku bi Sykes-Picot Kurdistan kirin çar parçe îro dixwazin Kurdistanê bicebirînin. Ji bo wê jî îradeyek û daxwaza dewletê ji Kurdan dikin, lê sîyaseta Kurdî ketiye pey “Bîratîya Gelan û Bîratîya Dîn”. Keko me ew nabe û em wê naxwazin. Bê Tirk, Ereb û Ecem çi he ye me jî ew divê. Eger ew paşderûtî jî be, em paşderû ne. Me qebûl e.

K24

About The Author