KOR ÇAWA DİMEŞİN?

DILCIWAN

Hûn ne kor in lê hûn xwe kor dikin, ancex xweda çêke li jor.

Gotine ê dewlemend : Birayê te feqîr e, çima tu tişkî nadiyê?

Ewî got: Ez didimê jî ji destê min nagre, ma ez çawa bikim?

Gotinê: Ha waye birayê te bi rê de tê, tu kîsikek zêr bibe li devê riya wî deyne û were. ku gîha kîsik wê ji xwe re rahijê, wê bînê û wê halê wî xweş be.

Zilam got : Ser çava, ezê wisa bikim.

Zilam kîsek tije zêr kir û bir li devê riya birayê xwe danî û vegerîya hat mal. Hevalê wî jî lê temaşe dikin.

Birayê feqîr jî bi rê de tê dimeşe, çend gav man ku bigihê kîsê zêran ji xwe re got „vêga evê  kor  çawa dimeşin, herdû“ û çavên xwe girtin, meşî heta texma zêran derbas bû. Ji nûka çavên xwe vekirin û got: „Kuro wele ev koratî ne tu hale lo“.

Birayê  zengîn got cıvata xwe:  “Ka ma gazinin we man?

Tevan gotin: Na welahî, ev xwedê nadiyê kes nikare bidiyê.

Îca keko, gelî Kurdan, eynî wek wîyê ku digot „ka ma kor çawa dimeşin“ wisa li we hatiye.

Derfet hatiye ber devê derî, îstiqlal, serbixwebûn, hûn bi zîtirka pev ketine. Vê derfetê ji destê xwe bernedin, ku hûn vî mafê netewî û gelê Kurd û Kurdîstanê „ev ne mafê yek û dudo ye“ ji destê xwe berdin, hûnê ji gazin û lomê gelê Kurd çawa di tirbê de bisekinin?   Mafê vî gelî bi dest bixin, bela dilê gelê Kurd û Kurdîstanê rihet bibe û dûvre hûn zîtirka li hev dixin, hûn serê hev dişkînin, hûn hevdû diz dikin, hûn çawa dikin bikin. Pêşî pêwîra xwe bînin cî, wek mêran, wek rêber û lîderê xelkê hûn jî bibin mêr ku hinek ji we re jî bêjin aferîn! Hûn evê ku we xwe kiriye rêberê Kurd, hûn kûr û dûr bifikirin ka dawîya we çiye ?

Bixwînin û bifikirin, dîrok û bûyerên derbasbûyî bê bi çi şêweyî ev gel hat xapandin û bi serneketin. Bela ev her wextî di dilê we de tomarkirî bin. Serxwe bûn wek lîstika satrancê ye ku li cîkî we xeletî kir û gav şaş avêtin, ew xebat û keda bi sed salan bi erdê de dirjê. Ku rijîya hûn nema karin bidin hev. Nerjênin birano nerjênin! Bi hevdû bişêwirin, helbet her kesek tiştina zane.  Pêşî li gelê xwe bifikirin ku hûn ji gelê xwe re riknekî deynin, şeref û mezinatî tev di wir de ye, ne di çar qirûş dirav dene.

Bakin zanyar û rewşenbîr û nivîskaran, xerabî ji wan çênabe. Lê ku hûn diz, parîxwer û geprevênan li xwe bihewînin dîwan diherime, dîwanê neherimînin. Bi vî karî we bawerî ji gel re nehişt. Her serê çend rojan hûnê di çapemenîyê de tiştina bêjin wek ku tu bizmaran di cênîka mere de bikute!

Her tişt nêzîk bûye, wê nezîk ne dûr rastî û nerastî tev derkeve holê. Lê hîn jî cîyê tobê ku hûn ji xeletîyê vegerin wext heye, lê hindik maye. Wexta ku me got Kurd û Kurdîstan ew bend û berberîya gundan û kelavajîkên kolanan tev betal dibin. Tev netew e. Li pêşberî xwe hêza xelkê bibînin û xwe jî bikin hêz bela xelkê dinyayê jî we bibînin ku hûn jî hene û hêz in, hêza netewî ne.

Bi Kurdî biaxivin, bi Kurdî bifikirin, bi Kurdî razin û bi Kurdî xewna bibînin.

Bibin Kurd û Kurdewar, nebin zirtole!

Nusaybinim.com

 

About The Author